basî řabwardinî zemanî kon û seretay cwanî

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 5 minutes  491 views
behar hatewe, beharî şadî
bangî seyranan eka munadî
beharî ’eyş û şadî û cwanî
jyanî sirûr û hem kameranî
her sałe fesłî behar geřawe
seyran û ’eyş û şadî bedwawe
be nawî zyaret hemû beharan
eçne esḧaban be komeł yaran
le şarî koye dû se’at dûre
dołî esḧaban kewa meşhûre
tehîyey sefer kira le sałê
welweley ’uşret kewte her małê
tîp tîp kewtine řêy pîran le layê
kuř û kiç cya cwanan le layê
minîş le temen hejde û nozde bûm
dûr bê le êsta pîr û boz nebûm
zînetî kuřan esleḧey narî
kiçan be xişił û řiştey mirwarî
qayş û qirûş û tifeng û şeşxane
bo kuř û pyawan bibuwe nîşane
berq û birîqey xişłî zeringar
nîşaney kiçan eyda le kusar
çabuk swaran teqle û řimbazî
kiçan legeł yek naz û destibazî
teq û toqî tifeng be nîşanewe
dengî eřoyî be asmanewe
be komeł řûman kirde kanî bî
hewargey sałan qet wêran nebî
dehoł û zuřna dest kira be kutan
sefî hełpeřkê be tertîb westan
ḧełqey hełpeřkê wek ḧełqey nigîn
tuřřey perçeman le sefḧey cebîn
dest têk hełkêşa dest û pence nerim
çaw leseryeknan leber ḧeya û şerim
tasim dî tasam ebrîqayewe
kanî xewanî ecułayewe
lerzey şimşadî bałay wek ’er’er
lejêr kirasî naz lerey lîmoy teř
gwarey ałtûn ekewte lerze
ecûłayewe lew cêge berze
sirke û bin lêweyMissing îşarey kuřan
çemanewey naz cewabî kiçan
berqî qetare û gêl gêley yaran
be dewrî serî wan şedelaran
be pence herdû qisey diłdarî
le beynyan ebû nexoşî carî
ẍemzey dû çawî ẍerałanî şeng
eyda le cergî kuřan wek xedeng
berqî şimşêrî ebroy nazdaran
etgut aw dirawe be xwênî yaran
şabaşî şadî şabaş keran bû
henasey ḧesret, kizey diłan bû
xişey şelwarî xamek û xara
xişpey serpoşyan ekewte kara
zirîkey neqqare û çirîkey zuřna
nazenînanî exsite sema
peşêwî zulfan her wekû řeşmar
dewreyan dabû be gerdenî yar
desrey ał û wał be dest çopîkêş
îşarey be naz leb xendey diłřêş
’ereq wek şewnim leser bergî guł
leser řûy nazg ehate ser mil
biław ebû leser sefḧey sîneyda
dû lîmoy kałî bewe aw deda
ziře û zirîngey kemberî kemer
xişpey xaş xaş û xirxałan yekser
nemzanî çe bû le ḧałî xoşî
xeyałim kewte ser badenoşî
bo ḧesanewe dest têk berdira
biław bûn le deşt û çîmen û seḧra
le bonî ’etir û mêxekbendî mil
seḧra buwe gułzar, diřk bû be guł
her wek ẍezałan biław bûn le seḧra
ew deşteyan kird be deştî xeta
tîp tîp swaran ekewtine řêga
ḧorî nejadan bedwa ewanda
sef sef eřoyîn hemû be qetar
kuř û kiç be řêk wek perçemî yar
ta nwêjî şêwan geyştine menził
le ezyetî řêy ḧesayewe dił
her kes qonaẍî germ kird lewê
leser merqedan bûne nîştecê
qonaẍ be qonaẍ agir kirawe
le ewweł cêga ta cêgey dwawe
dest kira be nan û çêşt dirust kirdin
hem ça lênan û cêga řaxsitin
le qołê dengî tar û ’ûd lêdan
le layê dengî lawik û ḧeyran
le layê dengî def û mewlûd bû
her kes arezûy diłî meqsûd bû
layê goranî û ẍezełxiwanî bû
le her la bezmî kameranî bû
le layê neyjeng ney bedeng dêna
bezmî nikîsa û xesrewî hêna
em bezme heta seḧer bû le kar
cejin û şadî bû le beynî diłdar
beyanî her kes leser merqedan
be ’ezmî zyaret yek yek dewestan
meẍdîdî eswed serokî esḧab
be esḧabey řeş meşhûrî eḧbab
be ’ezmî zyaret çûm be layewe
dîm le cêgay xoy kes nemayewe
ḧorî nejadî wek gułî geş bû
leser merqedî esḧabey řeş bû
şîrîn qed şîrîn qendî le lêwan
sed ferhad bo ew eçûne kêwan
řûnakî çawan sermayey jyan
mezey bezmî keyf diłî piř xeman
leyla suriştê aẍoş beheştê
mecnûnanî ew le çoł û deştê
zulfî zennarî dêr û keniştê
sed şêx pêy eda qesir û beheştê
guł endam nazî xawanî řazî
be dewranî ew xawan nyazî
be tîrî mujgan ew şoxey qeşeng
řawî dewrî xoy ekird be xedeng
esḧabey řeşî zyaret ekird
diłî ’alemî hem ẍaret ekird
ke çawim pê kewt diłim datepî
emca nawim na esḧabe sipî
esḧabey řeşim hîç le fikir nema
esḧabey sipî xistimye beła
seławim lê kird seławêkî germ
cewabî dawe lejêr perdey şerim
zyaretit qibûł gyanî şîrînim
zyaretî řûy to bû be ayînim
ḧeyay ḧusnî ew ḧîsî nehêştim
mał awayî kird zû becêy hêştim
tîp tîp za’îran geřayne dwawe
berew şar be seyr hem be sefawe
zyaret qibûłyan lê kird yaran
řeḧmet beserman eřja wek baran
«xadîmPen name» be pîrî dêtewe yadim
êstaş be yadî ew řoje şadim