nameyek bo mela miḧemmedî qeładzê

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  552 views
le xełwetxaney arezûy dûrî
dił le yadî to neybû sebûrî
îmşew řabîtey tom hênane yad
’eksî wicûdit sebrî da be bad
kulbey tarîkim le feyzî ḧizûr
řûnak bû wek řoj be cîlwey nûr
le mencełî dił, awî sebûrî
hełçû kułandî agirî dûrî
wîstim řaybigrim, be kewçkî teḧrîr
naqey natîqem kewt lejêr teqrîr
ahûy arezût tînî lê sitandim
kemendî seyyad sebrî pisandim
hanam bird betaw êste bo xame
le şerḧî dûrît binûsê name
gutim ey xamey şîrîn dûzuban
’uzrî teqsîrim cwan bike beyan
le name nûsîn zor be edeb be
bo řef’î řencî dûrî sebeb be
wirûdî dirûd hedye û teḧyat
leser kesê bê ḧemîde sîfat
řesnî xeymey miḧebbetî ew
bêxî şecerî meweddetî ew
le seḧnî diłim çuwete xwarewe
lew diłey daym wa ẍembarewe
warîsî ’îlim û hem namî nebî
yaxwa her bijî, qet nexoş nebî
«miḧimdPerson» îsim û ’alîmî ’amîl
micewher cîsim û fazîlî kamil
pîrî û bê hêzî le feyzî ḧizûr
meḧrûmî kirdim nałey dê le dûr
le pê kewtûm dest û ser lerzan
lem muxlîsey xot bibûre qurban
xadîmPen namey xot û feqêyekanim
hetakû mawim du’agotanim