qesîdey kurdî

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  968 views
îmşew le dûrî dił piř be coşe
kelley piř hoşim dîsan bê hoşe
êşî zamî dił bê sebeb nîye
’eşqî mahřûyan bê tereb nîye
min û derwêş û mutrîb û saqî
ba bezmê bigrîn ta şewê baqî
saqî be ḧeqqî xakî meyxane
bimderê pey pey mey be peymane
mutrîb bom lêde neẍmey ’êraqî
bom piř ke saẍîr etoş ey saqî
mutrîb to be ney dił newazim ke
mestî nałey ney xoş awazim ke
ney ḧîkayetî řêy piř xwên eka
basî ’aşîqî wek mecnûn eka
derwêş be ’eşqî mewlay derwêşan
be xełwetxaney řyazet kêşan
derûnim piř coş hełçû eka kef
teskînî pêde be awazî def
zyad eka şorî mestîm le serda
kem ekatewe hestîm le serda
lerey lerzaney kefî toyetî
ḧelqe be goşî seday xoyetî
cîlwey celacil neyhêştuwe hoşim
wek def min bo to ḧelqe be goşim
bo em bezmey to ebestîn sefê
toş zemzemeye kef leser defê
kef û def her dû demsazî yekin
şem’ û perwaney hemřazî yekin
bom biłê be def destigay derwêşê
kemendî cezbey sedat emkêşê
le neẍmey şorit, şorim kewte ser
çe qyametêke «alilh akbirArabic»
şewgar dexîle tûl bide be xot
bo dirêjî ’umirit du’a ekem bot
řoj nebêtewe ’eyşim têk biçê
«xadîmPen name» bê êwe lebo kwê biçê?