şînî ḧacî tahîr katî wefatî

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 3 minutes  636 views
leber matemî yarî diłpakim
le mirdinî xom gelê bê bakim
felek xwênî dił leçaw eřêjê
zemîn le ḧesret xwênaw eçêjê
gułşenî şadîm bê sefa mawe
bilbilî diłim bê cêga mawe
xezanî ẍem hat, hicûmî hêna
bo gułî şadîm semûmî hêna
çe kird be kamim nesûřayewe
’eyşî qedîmîm hemû dayewe
ey yarî ’ezîz bo becêt hêştim
netzanî bê to zû eşkê piştim
awarey ẍurbet kujrawî dûrîm
nayê bebê to, hergîz sebûrîm
biray hawderdim, gyanî şîrînim
nemênim řojê ke to nebînim
gyane bebê to, jyanim jane
herçend ke mawim, manim nemane
qerar û ’ehdim wabû legeł tû
sefer legeł yek bikeyn dû be dû
ey em seferet çî bû tenhayî
bo emřo le min kirdit cudayî?
torawî le min ya ’ehdit şikand
řiştey yekyetît bo wa zû pisand?
ya bê çare bûy lem sefereda
minit becê hêşt lem xetereda
xwa bitparêzê seferit xeyre
bo lay dost eçî çawit le seyre
řojî wîda’e, wîda’î yaran
eşkim carîye, her wekû baran
le ḧeqqî wefa gerdin azadî
bo em seferet mubarek badî
em kare karî yek aşnaye
xawenî her çî le dû dinyaye
destî bêgane, lem kare dûre
em aşnaye gelê ẍefûre
şukirî xwa ekem bo em fîraqe
her çend taqetim «ma la yitaqArabic»e
řoyştî bê min bira gyanekem
agirt xiste naw wêranekem
řoḧî ’ezîzit şad bû be cînan
minîş mamewe bo ẍemî cîhan
tuxwa pêm biłê, ey yarî ’ezîz
çi bikem bo ’eyşî behar û payîz
le xełwey tenha kê hemdemim bê
bê to mu’nesim meger ẍemim bê
legeł kê bijîm? munîsim kê bê?
le seyrî gułşen celîsim kê bê?
le kê bifkirim? řengî wek to bê
gwê le kê bigirim? dengî wek to bê
nawit ke eba katê zubanim
ebête xwênaw, cergî buryanim
yadit ke ekem bo ’eyşî caran
eşk eřêjim wek hewrî baran
ẍem buwete bergim, ẍem buwete nanim
ẍem buwete yar û řefîqî gyanim
esef nemzanî, agirî dûrî
wa esûtênê gyanî sebûrî
pîr û bê taqet, giryane karim
le xem û matem girane barim
cêy tewafme dewrî mezarit
sûrmey çawme toz û ẍubarit
le dewrey qebirit her exulêmewe
le xwênî çawim wa etłêmewe
qesem be safî diłî tahîrit
be wefay batîn meylî zahîrit
be nałey kułit katî bîmarî
be êşî derûn, be ah û zarî
leber bê sebrî û hem bê qerarî
jyanim bê to, jane û bê ’arî
koçî axirt mał’awayî bû
koçî xêrit bê karî xwayî bû
çawenwarim be, minîş dêm bo lat
bê to çon bijîm? namewê ḧeyat
xudat legeł bê to be selamet
kewtîte dîwan seḧray qyamet
we’dey wîsalî min û to qurban
seḧray meḧşere bê şik û guman
te’rîxî řojî wefatî kesê
«biłê meẍfûreAbjad Numerals: mêjûy koçî dwayî ḧacî tahîr le wişey «biłê meẍfure» ekate sałî 1373 k» eger depirsê