meẍrûrî û lexobayîbûn

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  451 views
le xewî ẍefłet hełse bêdar be
nefist serkeşe zor agadar be
weswesey nefist biłindit eka
leser řûy zewî etba bo sema
’alemê lejêr pêy xot ebînî
çawê hełêne ta xot bibînî
le xot bayî bûy, lûtit biłinde
agat le xot bê, leber pêt kende
wa ḧałî mebe em cêgayey to
bo to danrawe qabîle bo to
pałit daweto lecêy emîran
cêgey to dyare kułbey feqîran
netbîstuwe qisey eyaz û meḧmûd
ger xot binasî lê werdegrî sûd
le kesb û kara ewweł şwan bû
zor jîr û wirya û sîfet cwan bû
esûřayewe bê pare û me’aş
kepenk leber le pêya kiłaş
leber jîrî xoy xełatî kird şa
ḧurmetî pêda birdîye barega
be laweyî da kepenk û kiłaş
bû be xawenî şikoh û me’aş
babî nebû qet řojê le řojan
eçû bo layan serî lê edan
be nefsî egut eḧwałit başe
hî toye eme kewş û kiłaşe
şa ’aşîqî bû çunke zor jîr bû
kewł û kiłaşey daym lebîr bû
netbîstuwe fîr’ewn bayî bû temam
lûtî berz kird, witî: min xudam
axrî şeytan be řîşya řya
le eḧwałî xoy nebuwewe wirya
toş ke xadîmPen namey manay nawî xot
çîye û bizane agat bê le xot