řazîbûn be kem lezzetî zore

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  537 views
xel’etî şahî qena’et buwe tac û kemerim
weçe xiştêke le nermî buwe balînî serim
etłesî şahîye em camey peşmîney min
çeşnî dîba û ḧerîrêke pełasî leberim
bê ser û payî min mayey diłşadîme
ne ẍemî bonî kulahim ne ẍem û tirsî serim
gerçî min muḧtezerim to be ḧeqaret meke seyr
çe celalêk û sirûrêke kewa muḧtezerim
kuncî ’uzlet, be qena’et le cîhan azadî
bê kulahî buwe xadîmPen name be ser û tacî serim