dîl û pabendî cehalet ẍafił û şêtane xom

pênc xiştekî ’aciz le ser şî’rî «’asî»
From the Book:
Dîwanî Aciz
By:
Ajez (1929-1967)
 3 minutes  575 views
dîl û pabendî cehalet ẍafił û şêtane xom
sakînî kuncî melalet xadîmî butxane xom
salîkî řêgey zelalet pîs û namerdane xom
«mest û serxoş û xecałet, bê dił û dêwane xom
dił le dest derçûy xeyałî badeyî mestane xom»
pendî pend goyan le min qapî xirapey danexist
bełku da’îm bûm beramber nasîḧanim berhełist
bê mubalat bûm le ef’alî dirust û nadrust
«bê şi’ûr û xudpesend û herzego û dunya perist
lêweşawey serzeniştî eqrîba û bêgane xom»
qet meken baweř be min herçî bikem herçî biłêm
çake zor dûre le min zor zeḧmete qet bête řêm
ba be sîmay sałḧanîş bême berçawan ke bêm
«gerçî zahîr wadebînin da’îma mizgewte cêm
sîne piř buẍiz wiḧesadet talîbî efsane xom»
kes weku min bê ’emel xoy řût û řîswa qet nekird
nefsî emmarem be çake bo xwa qet pet nekird
bełku řêm bo ser xeyał û meylî uxřa qet nebird
«sed esef ’umirim tewaw bû řûm le teqwa qet nekird
bê zexîre û maye pûç û diłřeş û wêrane xom»
bê pena û bê berg û kîswet bê newawu piř qeleq
ẍerqî naw deryayî şeqwet bê sefa wek piř mereq
ḧamîlî ewzar û qeswet bo cezay bed musteḧeq
«bê dił û îdrak û sefwet bê wefa derḧeq be ḧeq
gêj û bê fîkir û demaẍ û bê mey û meyxane xom»
nefis û şeytan hatin û minyan be qaym řaweşand
her be yekcarî xeyałî çakeyan lêm datekand
dway eme bergî îta’etyan leberma dadřand
«serfî ’umirim kird le dunya towî çakem hîç neçand
bê beşî xermanî ta’et, řenceřo û bê dane xom»
masî ser sewdaye dił tênî le naw deryayî řûn
’aşiqî şeydaye dił bo xendeyî leylayî bûn
çaweşî dunyaye dił wek mutrîbî darayî hûn
«şem’î bezim araye dił bo cîfeyî dunyayî dûn
dîn û dił sutawî dunya ’eynî wek perwane xom»
ẍerqî deryay bê binî ẍem piř le ax û piř mîḧen
da’îma çaw şoř û řû zerdim le qapî (zu almînen)
ba’îsî bedkarîye dûrbûm le eḧbab û weten
«ey misułmanan dexîle êwe wek min qet meken
řût û sergerdan û mehcûr wa le řêy canane xom»
taku etwanin be carê nêr û mê û wirdu dirişt
tobeyî xals ken û wesyet be çake pişt be pişt
nahîy yektirbin le giftugoy bedu ef’alî zuşt
«řû le mewla ken beřastî nek weku min bedřewişt
ey wekû teyrêkî ser bał bê newaw hêlane xom»
ger derim key to le qapîy řeḧmetit mewlay metîn
kê heye bo min bibête melce’u me’way ḧesîn
ẍeyrî to kêye ẍefûř û bîřiř û (xeyْru alirّەاحیمیینArabic)
«řû le kê kem řû le kê kem (یەا îylehe alْعەالەمیینArabic)
wa le ber dergahî ’efut řû řeşî bê yane xom»
cahîle her kes ke ẍafił bê le şukirî nî’metit
ẍafłe her kes ke xałî bê le tirsî nîqmetit
çunke ’acizPen name cahîl û piř ẍefłete bê xîdmetit
«dengî deqqulbabe yařeb wa le qapî řeḧmetit
bang deka (’asî)m û hatûm bê wefaw peymane xom»