çend muddeye dił piř xeter û mat û ḧezîne

From the Book:
Dîwanî Aciz
By:
Ajez (1929-1967)
 2 minutes  627 views
çend muddeye dił piř xeter û mat û ḧezîne
bo zyaretî řewzey şehu serdarî medîne
da’îm le ẍemî dûrî be efẍan û girîne
xałî nîye yek dem le xeyałatî mekîne
ey xwaye çilon ḧałetî min şîwen û şîne
ya řebbî mesafeke be’îde be qerîb bê
carê be keřem muddeyî weslî be nisîb bê
bełku diłekem lem ẍeme şad û be şekîb bê
emca gelê memnûne be qurbanî ḧebîb bê
ey xwaye çilon ḧałetî min şîwen û şîne
carê çi debî bome be îḧsan keřemit bê
wek min diłekem piř le ẍem û piř elemit bê
řuḧim be fîday xakî berî pay xedemit bê
gewrey řusulî lazme zêde nî’emit bê
ey xwaye çilon ḧałetî min şîwen û şîne
beynêk ke leser ufqî diłim řût bibê talî’
ew cebhete wek řoje ke nûrî bibê lamîḧ
bo êş û ẍem û derdu bełay min bibê řafî’
ta piř bê le şadî û be guşadî bibê qanî’
ey xwaye çilon ḧałetî min şîwen û şîne
qurban were derman ke birînim weku tebîban
bo xatrî ’elî la de leser řêge řeqîban
ta şemmî gułek bê le teřef baẍî ḧebîban
hem laçî ẍumûmî diłî miskîn û ẍerîban
ey xwaye çilon ḧałetî min şîwen û şîne
ey şahî zeman şoxî cîhan řuḧî řewanim
muddêke cefaxwarî gułî baẍî cînanim
muştaqî wîsalim be lîqat nûrî îmanim
wek bulbulî şeyda le çi hawar û fîẍanim
ey xwaye çilon ḧałetî min şîwen û şîne
’acizPen name ke cefa xore le naw ehlî cefayan
mestûre le naw bergî ẍem û derdu bełayan
fewtawe le dûrî cem û bełqîs û sebayan
meḧzûne hemîşe weku bê şewq û sefayan
ey xwaye çilon ḧałetî min şîwen û şîne