pařanewe le xuda

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  4038 views
xudaya! îradey munacatme
nyazî du sê ’erzî ḧacatme
be derbarî her fezłite îltîcam
be řeḧmet nîşanim de řêgey necam
be walzaryatArabicy henasan û ah
ke ber ba deden kêwekanî gunah
be walturArabicy qelbî tecella qerîn
be walnّcimArabicy piř wirşewrşî cebîn
be du walsّmaArabic ye’nî du mertebet
yekê mertebey ’îşq û yek me’rîfet
be walifcirîArabic řonakî bin çînî zułf
ke fecrêkî sadîq, bebê kîzb û xulf
be walşّmisArabicy piř nûrî řuxsarî yar
be walilّyilArabicy xał û xetî muşkibar
be walitّyinArabicy ’uşşaqî dił piř le xûn
ke bê tînin û zerd û zar û zebûn
be wal’adyatArabic espî hîmmet dewan
be řêy ’îşqida ta seḧer şeb řewan
be wal’isirArabicy ew ’esre feřřux zemen
ke nawî be ’esrî se’adet deben