yar be ḧelqey zulf û perçem wa ke ceřřarî deka

From the Book:
Dîwanî Aciz
By:
Ajez (1929-1967)
 2 minutes  546 views
yar be ḧelqey zulf û perçem wa ke ceřřarî deka
řadekêşî cerg û canim boyê dił zarî deka
kirdimî meftûn diłim mecbûr hewadarî deka
’aşiqî řastim mełên wa kîzb û ẍeddarî deka
sa meken lomem ke dił wa medḧî gułzarî deka
min le xewda dîwme carê nûrî bê wêney cemal
her bewe umêdewarim řoj û şew «fîy kulّy حەالArabic»
bo şefa’et bo necatim weqtî ḧukmî «zî alْجەلەالArabic»
ẍeyrî cahu lutfî to hîçim nîye ey bê mîsal
ceddimî û ced bo ḧefîdî, bê şik ẍem xwarî deka
çend kesî wek min şeyatîn ḧîleyan lê kirduwe
be hezar ḧîle le řêy ḧeq zelleyan pê kirduwe
ta le weqtî mirdinîş witrawe pîsî mirduwe
çunke ḧubbî toy buwe îmanî başî birduwe
ger şefa’et key, xuda me’lûme ẍeffarî deka
řû řeş û zor şermezarim min le qapî xway metîn
çunke hîç çakem nîye bo řojî ḧeşrî ’alemîn
paşî řeḧim û lutfî yezdan bo ’umûmî mucrîmîn
çîm nîye ẍeyrî şefa’etxiwazî to ey nazenîn
ẍeyrî to kê dê lelay xwa bom řecakarî deka
’umrekem herçend dirêj bû řoyî bê sud û semer
piř gunah û bê mubalat bûm le mirdin bê xeber
boyê řîswa bûm le ’alem ketme řêgay piř xeter
bê zexîre û zad û tenya piř le ax û piř keser
kê weku min da’îma her meylî bedkarî deka
ḧubbî dił gah aşkirayew gah deçête ẍeybetê
gah le bo saḧîb sexaye û gah le bo xał û xetê
talîbî dû meřḧebaye boyê kewte mîḧnetê
’aczaPen name ger wa dewam key, deçye wistî fîtnetê
(tubْ îyley alilhArabic) çunke tobe def’î ẍembarî deka