çend řoje le ber fîkirî to damawe diłî min

From the Book:
Dîwanî Aciz
By:
Ajez (1929-1967)
 2 minutes  541 views
çend řoje le ber fîkirî to damawe diłî min
bê xwardin û xew, zerdu zebûn mawe diłî min
bew dawe ke zulfî tuwe gîrawe diłî min
bew tîre ke çawî tuwe kujrawe diłî min
dwê şew le xewa diłberî şengim keřemî kird
teşrîfî ke hat bo diłî tengim nî’emî kird
îmřo ke be meẍrûrî ferengim elemî kird
bem ḧałete dû řengîye fewtawe diłî min
carê be tebessum were bazařî ẍerîban
wazbêne le bedkarîy û guftarî řeqîban
çunke bewefa ketme cefaxwarî ḧebîban
bo weslî to baweř bike şêwawe diłî min
ew negbete piř zîllete bo min çîye yařeb
ew ḧesret û ew mîḧnete bo min çîye yařeb
ew nîqmete bew mînnete bo min çîye yařeb
bew zeḧmete çon řûḧî leber mawe diłî min
bêbake le xwênřêjî diłim çunke belaşa
bo kuştinî min xoy be hewes dête temaşa
ew zułme nedîtrawe le hîç ḧakim û paşa
lew ẍedre ke deyka serî suřmawe diłî min
takey be cefa demkujî ey yarî guł endam
wa demxeye ber cewru cefay bê ser û encam
yan bimkuje yekcarî le dunyam bike î’dam
yan bêne wîsalit ke le boy řawe diłî min
dême derî meyxane dełên men’e le ’uşşaq
yar fermûye ger hat û biłên cêy nîye muştaq
mirwet nîye xas key be diłim şerbetî ẍessaq
meftûn û zebûn ’acizPen name û bê tawe diłî min