durustkirdnî naw

From the Book:
Destûrî Zimanî Kurdî
By:
Taufiq Wahby (1891-1984)
 11 minutes  632 views

nawî durustikiraw

154

etwanrê le sifet, le fî’il û le naw hendê çeşin naw durust bikirê; em çeşne nawane pêyan ełên nawî durustikiraw.

nawî durustikiraw le sifet

155

bo durustkirdnî naw edatî «y», «êtî», «ayî», «ane», «e», «a» û «ênî» exrête dway sifetewe; ew nawaney le sifet durust ekirên hemû nawî me’newîn; weku,

sifetnawî durustikiraw
panpanîpanêtîpanayî
çakçakçakêtîçakaneçake
sewzsewzîsewzêtîsewzayî
zerdzerdîzerdêtîzerdayî
tirşoktirşoke
xoşxoşîxoşêtîxoşayîxoşênî
řûsûrřûsûrîřûsûrêtî
germgermîgermêtîgermayîgerma
tengtengîtengêtîtengayîtengane
tirştirşîtirşêtîtirşayî
qîrînqîrîne

156

lem cedweley sereweda ebînrê ke hemû sifetê be yaryey edatê «y», «êtî»yewe ekirê be naw. bełam eger dwa ḧerfî sifeteke «y» bê «êtî» be kełk ehênrê: weku,

kerkûkî: kerkûkyêtî

we eger dwa ḧerfî sifeteke yekê le ḧerekekanî «a, e, o, wu, ê, wê, ü» bê «y» exrête pêş «êtî»yewe; weku,

aza: azayêtî hełe: hełeyêtî xeřû: xeřûyêtî mandû: mandûyêtî zorbiłê: zorbiłêyêtî cwê: cwêyêtî kewitü: kewtüyêtî

edatekanî ke bo hendê sifet ebê û bo hendikyan nabê. bo dananî «ayî» bepêy ḧerfî dwayî sifetekewe weku §128 - §131 mu’amele ekirê.

nawî durustikiraw le fî’il

157

hemû mesderêk nawe we herçî nawêk le fî’il peya bûbê nawî me’newîye; weku,

xondin çake.

(«xondin» nawe, baslêkirawe.)

min xondinim ewê.

(«xondin» nawe, tewawkerî serbexoye.)

pyaw be xondin gewre ebê.

(«xondin» tewawkerî edatî tewawîy «be»ye.)

158

le hendê fî’il nawî taybetî durust buwe; emane kemin we bo kemîşyan etwanrê qa’îde binwênrê.

159

lew fî’le lazmaneda ke dway mesderekanyan «andin»e em «andin»eyan fiřê edrê we «e»yêk exrête cêyan; weku,

fî’ilnawî durustikiraw
bařandinbaře
zirkandinzirîke

160

lew fî’le lazmaneda ke dway mesderekanyan «yin»e em «yin»eyan fiřê edrê we «e»yêk exrête cêyan; weku,

fî’il: nawî durustikiraw

teqîn: teqe kokîn: koke

161

emane hendê lewanen ke bêqa’îde durust bûn:

fî’ilnawî durustikiraw
xewtinxew
jimardinjimare
gezîngaz
zanînzanist
leweřînleweř
hełkewtinhełkewt
kirdinkar
coşîncoş
êşanêş
fermunferman
řencanřenc
dirûndirûman

nawî durustikiraw le naw

162

bo durustkirdnî naw le hendê naw edatî «y», «êtî», «êne», «yistan, sitan», «ên», «ênî» exrêne dwayanewe; weku,

nawnawî durustikiraw
cêjincêjnî, cêjnêtî
awîawî, awêtî
qîrqîrî, qîrêtî
nîsknîskî, nîskêtî
dardarî, darêtî, daristan
helûkhelûkî, helûkêtî, helûkên
kuřkuřî, kuřêtî, kuřênî
kiçkiçî, kiçêtî, kiçênî
jinjinî, jinêtî
pyawîpyawî, pyawetî
meřmeřî, meřêtî

lemane ewaney be «êtî» û «ênî» durust bûn nawî me’newîy tewawin, ewaney be «y» durust bûn bepêy bekełkihênanyanewe nawî me’newîn yan sifetin.

«pyawetî» řastekey «pyawêtî»ye.

163

hemû nawê be yaryey «y», «êtî»yewe ekirê be nawî me’newî. bełam eger dwa ḧerfî «y» bê, «êtî» be kełk ehênrê; weku,

tancî: tancêtî

we eger naweke dwa ḧerfî yekê le ḧerekekanî «a, e, o, wu, ê, wê, ü» bê «y»yê exrête pêş «êtî»yewe; weku,

bira: birayêtî kunde: kundeyêtî peřo: peřoyêtî kendû: kendûyêtî behê: behêyêtî xwê: xwêyêtî dezü: dezüyêtî

edatekanî ke bo hendê naw ebê û bo hendêkyan nabê.

eger ḧerfî dway naweke ḧereke bê lebatî «yistan», «sitan» be kełk ehênrê.

nawî lêkdiraw

164

nawî lêkdiraw bew nawane ełên ke le dû yan le dû pitir kelîme durust bûbin §92. le kurdîya nawî lêkdiraw zore.

durustibûnî nawî lêkdiraw

165

le nawî be naw tewawkiraw -

1- edatî tewawîy «y»yan le naw hełgîrawe: weku,

nawî tewawkiraw: nawî lêkdiraw

darî gwêz: dargiwêz cêy nwêj: cênwêj darî gêlas: dargêlas

2- le kamyana tewawkereke xirawete pêş tewawkiraweke we edatî tewawîy «y» dîsanewe fiřê dirawe; weku,

jinî bira: birajin engawî çêşt: çêşti’engaw [çêştengaw]

3- le hendêka edatî tewawîy «y» gořrawe be «e»y tewawîy weku,

bêçûy ga: bêçuwe ga kilîkî bêł: kilîke bêł komełî befir: komełe befir

166 le nawêkî be sifet tewawkiraw

1- edatî tewawîy «y» egořrê be «e»y tewawî; weku,

berdî řeş: berdeřeş emînî sûr: emîne sûr xanî sûtaw: xane sûtaw mirîşkî bekîř: mirîşke bekîř

2- ewaney ḧerfî dwayîyan «a, e, ê, o, wê»ye natwanin edatî tewawîy «e» werbigrin; weku,

gay bor: gabor kundey şiř: kundeşiř dêy sûtaw: dêsûtaw

eskiwêy şikaw: eskiwê şikaw

3- lele meyanî nawî taybet û ’înwanekey dwayda hîç edatê nabê; weku,

silêman paşa babekiraẍa

4- carcar sifet pêş naw ekewê û edatî tewawîy «y» exrête dwayewe; weku,

bay řeş: řeşeba pelî sûr: sûrepel gyay sewz: sewzegya

5- hendê carîş le meyanî sifet û nawekeda hîç edatê nabê; weku,

westa gûrûn řeşmar derwêş kerîm çwarbax

167 le dû nawî serbexo-

1- edatî yekxerî «û»yan le meyana ebê; weku,

lerzuta befrudo kejukêw

2- eger nawî duwem «aw» bê, hîç edatêkyan le meyana nabê: weku,

şekiraw guław

178

her mesderêkî lêkdiraw nawêkî lêkdirawe §86: weku,

řiqgirtin bazdan hełgirtin despêkirdin

te’rîfkirdinî nawî lêkdiraw

169

nawî lêkdiraw weku nawêkî řût §93 te’rîf ekirê, ye’nî edatî te’rîf řastewxo exrête dwayewe; weku,

dardest: dardesteke, dardestêk peřokon: peřokoneke, peřokonêk řeşmar: řeşmareke, řeşmarêk

gelkirdinewey nawî lêkdiraw

170 nawî lêkdiraw weku nawêkî řût gel ekirêtewe; weku,

dargiwêz: dargiwêzekan, ew dargiwêzane berdeřeş: berdeřeşekan, em berdeřeşane kejukêw: kejukêwekan, em kejukêwane

nawî biçûkkiraw

171

naw be xistinî edatî «ole», «wule» be dwayewe me’nay biçûkî edrêtê. eger dwa ḧerfî naweke ḧereke bê «o»y edateke heł’egîrê. ew nawane edatî biçûkyan wergirtuwe pêyan ełên nawî biçûkkiraw; weku,

naw: nawî biçûkkiraw

berx: berxole bira: birale pişî: pişîle dan: danûle xanû: xanûle meşke: meşkałe (meşkełe) mêş: mêşûle

172

hendê naw edatî «ok, oke», «ek eke» biçûk ekirêtewe; weku,

tîr: tîrok menceł: mencełoke pûl: pûleke, pûleke

173

bo hendê nawîş «ole» yan «wule» û «ke» pêkewe be kełk ehênrên; weku,

ço: çole, çoleke cû: cûle, cûleke

emaneş lew tertîbe eçin:

çaw: çawîle, çawîlke caş: caşûle, caşûlke dîze: dîzole, dîzolke

174

le nawî taybetîşa hen ke biçûk kirabnewe: -

se’e: se’ol mece: mecol qale: qalûl

175

eger be wirdî tê bifkirrê, ebînrê ke edatî biçûkî ḧerfî «li» û «k»n. ḧerfe ḧerekekanî pêşeweyan bo pêwenûsanyan be nawewe wergirtuwe. «e»y dwayîşyan hêz eda be me’nay biçûkî. le «çawîlke»da lebatî «ole» yan «wule», «yile» hênrawe, we le «دیزەۆلە»da «e»y dway dîze hełgîrawe. le «çawîlke», «caşûlke», «dîzolke»da «e»y dway «li»ekey fiřê dirawe. leber ewe bo fêrbûnî řastî biçkoleyî hemû nawê, ebê pyaw gwê bigrê.