elfubê

From the Book:
Destûrî Zimanî Kurdî
By:
Taufiq Wahby (1891-1984)
 12 minutes  1185 views

1

ziman: pîşandanî bîrmane be yaryey kelîmewe, ziman şitêke ebêjrê û eşnûsrê.

2

qisekirdin: derhênanî hendê denge.

3

nûsîn: pîşandanî em denganeye be yaryey hendê îşaretewe.

4

kelîme: bo pîşandanî bîrman be yaryey qisekirdin û nûsînewe kelîme be kełk ehênrê, kelîme le dengê yan le çend dengê durust ebê. weku:

ba

kelîmeyêke dengêkî têdaye.

kirdin

kelîmeyêke çwar dengî têdaye.

serberz

kelîmeyêke pênc dengî têdaye.

5

hica: le kelîmeyêka ew denganey be yekewe be carê ekirên hicayê durust eken, kelîmeyêk le yek yan le yek pitir hica durust ebê; weku,

le «ba»da hicayêkî yek dengî heye.

le «kirdin»da dû hica heye; her yekî le dû deng durust bûn.

le «serberz»da dû hica heye; hicay yekem le dû, hicay duwem le sê deng durust buwe.

6

ḧerf ew îşaretanen ke bo pîşandanî deng hełbestirawin. ḧerfekanî zimanêk pêkewe pêyan ełên elfubê.

elfubêy kurdî

7

elfubêy kurdî le sî û pênc ḧerf durust buwe. emanen:

şikłyannawyan
hemze
bi
p
t
ttêy sûk
ccîm
çiçîm
ḧê
x
didal
didiٜdaldiٜal
r
řڔřê
z
ji
ssîn
şşîn
’eyn
ẍeyn
f
v
qqaf
kkkaf
ggaf
lilam
łڶłamڶam
mmîm
nnûn
ûwaw (u)
h (e)hê (e)
yyê (î)
êê
yîî
oûٙo
aa

sinfekanî ḧerf

8

em ḧerfane dû sinfin:

1- ḧerfî dengî

2- ḧerfî ḧereke

9

ḧerfî dengî ewanen ke her yekêkyan bo dengê danrawe, bełam le xoyanewe dengyan lê dernayê. emanen:

, bi, p, t, tٜ, c, çi, ḧ, x, di, diٜ, r, řڔ, z, ji, s, ş, ’, ẍ, f, v, q, k, g, li, łڶ, m, n, ûûٙ, h, y.

10

ḧerfî ḧereke ewanen ke exrêne pał ḧerfe dengîyekanewe bo ewe ke bepêy çeşnî ew dengkirdne ke gereke kar be gerû we lêw biken; leber eme ebê em dû sinf ḧerfe bo pîşandanî deng yek bikewn. ḧerfî ḧereke emanen:

a, û, oûٙ, e, y, ê, yy

ḧerfî dengî

11

ḧerfî «ḧ, ’, q» le esłî kurdîya nîn, le ’arebî wergîrawin; ’arebekan em dengane lenaw geruwewe der’ehênin; le kurdîya sûktir der’ehênrên.

12

«p, çi, ji, g» le hemû şêwekanî kurdîya hen.

13

«tٜ, diٜ, ł» hînî şêwey silêmanîn; ḧerfî «tٜ, diٜ» bo sûkkirdinî ḧerfî «t, di» lebatîyan be kełk ehênrên; weku,

bawkitٜ le kwêye em kaẍeze edٜem bew.

14

«v» hînî şêwey seruwe, bełam le çend kelîmeyêkî kurdîy silêmanîşa ebînrê; weku,

viře ḧevde

15

eger le kelîmeyêka le ’eynî ḧerfî dengî dû denk yek bikewn dengeke behêz ekirê; weku,

xitte ḧesso kelle

16

ḧerfe dengîyekanî elfubê her yeke bo pîşandanî dengê danrawin; bełam sê dengî ke heye ke yekî le dû deng durust bûn û pêyan ełên ḧerfî dengîy lêkdiraw. emanen: «nidnidٜ», «nig», «lił»; weku:

pendpendٜ deng helła

«diٜ, g» lêreda etwanin cêy yektir bigirin, weku:

deng, dendٜ peng, pendٜ

17

bem sê denge lêkdirawanewe le kurdîy silêmanîya sî û çwar deng heye.

ḧerfî ḧereke

18

ḧerfî ḧereke yanzen û bepêy durust bûnyanewe dû çeşnin:

1- ḧerekey řût

2- ḧerekey lêkdiraw

19

ḧerekey řût em ḧewt ḧerfey xwarewen, ke lepêşa le elfubêda pîşanman dabûn:

şikłyannawyanwêne
aasawaḧerekeyêkî dirêje.
ûukurdḧerekeyêkî kurte.
oopořḧerekeyêkî dirêje.
eeḧemeḧerekeyêkî kurte.
yîsîrwanḧerekeyêkî kurte.
êêdêřḧerekeyêkî dirêje.
yyîîkîrdînkîrdînḧerekeyêkî kurte.

20

ḧerekey lêkdiraw le yekdanî dû ḧerekey řût durust bûn we çwarin:

şikłyannawyanwêne
wuûdûrḧerekeyêkî dirêje.
yîîyşîrşîyrḧerekeyêkî dirêje.
gwêzgwîzḧerekeyêkî dirêje.
üyuüîwdürdîwir ḧerekeyêkî dirêje.

21

ḧerfe ḧerekekan herçende nawyan weku le serewe pîşan dirawe waye, bełam demê wa ئەخۆێنرێنەûە ke ḧerfî edatê bin ke be kelîmeyêkewe nenûsabê; weku,

«an»y edatî gel û «eke»y edatî te’rîfî me’yen be tenya bin «an», «eke» exwênrênewe.

22

le kelîmeyêka çend ḧereke bibê ewende hicay tya ebê; weku,

le kelîmey «kełanteř»da sê hica heye; çunke ḧerekey «e, a, e»y tyaye.

23

eger hîcayêk her dengêkî tya bê ḧerekekey ebê le dwayewe bê; weku,

kame kahû e a

24

ḧerekeyê etwanrê dû dengî pê bixiwênrêtewe; weku,

diz bar bîr pûk

25

ḧerekeyê etwanrê sê dengî pê bixiwênrêtewe; weku,

berd kewt goşt

26

le hicayêk le sê deng pitir nabê.

27

ḧerekekan bepêy karyanewe dû sinfin:

1- ḧerekey petî

2- ḧerekey dûřû

ḧerekey petî

28

ḧerekey petî, em çwarey xwarewen ke le ḧereke zyatir be hîç nabin:

a, o, ê, y

29

lemane ḧerekey «y» eşê hełbigîrê lenaw dû denga, eger dengekey dwayîyan ḧerekeyêkî le paşewe bê; weku,

#denîk: em denîke yan em denke

#asîn: em asîne yan em asne

#fî’îl: em fî’île yan em fî’le

30

bełam eger dengekey dwawey ḧerfêkî key le dwawe nebê yan dengêkî key le dwawe bê hełnagîrê; weku,

denîk pizîşk kîrdîn

31

«y»y «bî»y edatî sîẍey înşayî lepêş «y» ya «yan»y bonawa ebête «y»y ḧereke; weku,

bîxo bîxo byanxo

ḧerekey dû řû

32

ḧerekey dû řû bêcge le ḧereke petîyekan ewanî tirin ke leçaw ew ḧerfaney le kelîmeda em la û ew layan egirin ga ebne ḧereke û ga ebne dengî.

33

ḧerekey «e, û, y» eger le layêkyanewe yekê le ḧereke petîyekan bêt ebne dengî; weku,

dihok, hawar, gewher wawe, nawêrim, gîrfan, girdî gopałe, eykiřim

34

eger ḧerfî «e, û, y» dwanyan yan hersêkyan lay yekewe bin bepêy bûnî ḧerekeyêk le pêşyanewe yan le paşyanewe ewey ew layeyan ebê be dengî yan be ḧereke.

emca bepêy ewe hînekanî tir ḧereke yan dengî bûnyan me’lûm eka §3; weku:

kełhuř îhram nay û çeng serwî xeraman

35

ḧerekey lêkdirawî «wu, y» lenaw dû dengîya bin ḧereken; weku,

kerkûk serîn

36

eger em ḧerekane le her layêkyanewe ḧerekeyê bêt «y» yan «û»wekey ew layan ebête dengî; weku,

cyawuk payîz kerkûkîyeke

37

eger ḧerekey «wu, y» le herdû layanewe ḧereke bibêt herdû «û, y»yeke ebne dengî; weku:

ḧewwa meyyanmeyyan

38

eger sê «y» yek bikewn û ḧerfî pêş «y»y yekem dengî bê, «y»yêkyan fiřê edrê; weku:

lebatî «ewan tancîyyantancîy‌yan nîye»

«ewan tancîyantancîyan nîye» enûsrê.

39

eger ḧerfî paş «y»y sêyem ḧereke bê her sê «y»yeke emênnewe; weku:

dwayîdwayî, dwayîyandwayîyan

40

eger dû «e» lay yekewe bin her kamêkyan ḧerekeyekî lawe bêt ewe ebête dengî û ewî keyan ebête ḧereke; weku,

behar gewher le hełmateke

41

ḧerekey lêkdirawî «» eger le pêşyewe ḧerfêkî dengî bêt, ḧerekeye; weku,

gwêzgwîz swêswî

42

eger le pêşyewe hîç ḧerfê nebêt yan ḧerekeyê bêt «û»weke ebête dengî §33 we «yy»yeke be ḧerekeyî emênêtewe; weku,

wîswîs awîsawîs kawîřkawîř mêwîjmêwîj wîlłanewîlłane

43

ḧerekey lêkdirawî «üyu» eger le dwayewe hîç ḧerfê nebêt yan ḧerfêkî dengî bêt ḧerekeye; weku,

dürdîwir (be şêwey řojhełat ye’nî dûr).

44

eger le dwayewe ḧerekeyê bêt, «û»weke ebête dengî we «y»eke be ḧerekeyî emênêtewe; emca hełgirtinîşî eşê §29 weku,

çîwarçîwar, çwar şîwanşîwan, şwan

ixtîsar

45

ixtîsar nûsandinî dû kelîmeye be yekewe.

46

eger ḧerfî dwayî kelîmey yekem dengî û ḧerfî yekemî kelîmey duwem hemze bê, hendê car em hemzeye heł’egîrê û ḧerekekey edrê le dengîyekey kelîmey yekem; weku,

serêşe lebatî ser’êşe

47

edatî tewawîy «e» hemîşe enrê be dwa ḧerfî fî’lewe, bełam eger dwa ḧerfî fî’leke ḧereke bê hemzeke egořrê be «t», le emra lebatî «t», «r» be kełk ehênrê; weku,

eçme małewe lebatî eçim e małewe çuwete małewe lebatî çuwe e małewe biçore małewe lebatî biço e małewe

48

eger ḧerfî dwayî kelîmey yekem ḧerekey «e» bê hendê car we betaybetî le edatî tewawîy «le, be»da em «e»ye û hemzekey kelîmey duwem heł’egîrên; weku,

ḧemaẍa lebatî ḧeme aẍa lêwe lebatî le êwe bemane lebatî be emane