pêşkewt

From the Book:
Destûrî Zimanî Kurdî
By:
Taufiq Wahby (1891-1984)
 3 minutes  888 views

mamostam «kernêl îdî» ke le sałî 1923da derzî îngilîzî pê ewtim serdemê arezûy kirdibû ke zimanî kurdî fêr bibê. çunke ew deme çapkirawî tirî kurdî nebû, leser řojnamey «pêşkewtin» ke le zemanî mêcersona der’eçû, desman kird be xwêndin. le derza kernêl îdî bo têgeyştinî xoy hemîşe wezîfey kelîmekan û gerdanî fi’lekanî lê epirsîmewe. min lemaneda be tewawî naşî bûm; mecbûr bûm be lêwridbûneweyan. pirsê ke kernêl îdî le destûra lêy ekirdim eger tê negeyştimaye boy te’rîf ekirdim. minîş leser ew te’rîfe wênem edozyewe heta geyştime payeyê ke bitwanim cwabî gelê pirsekanî bidemewe.

ke bem çeşne dezmayem zor bû be xeyałma hat ke destûrêkî biçkoley zimanî kurdî binûsmewe. em bîre her ewendem xoş bû ke têy kewm; heta hełm kend qûłtir bû. ke nextê pêş kewtim naqołayîy ḧerfekan řêyan lê girtim. demêkî dirêj û hêzêkî zorim lebin kendinî em řêlêgreya be kar hêna. destûreke xoy le ḧerfekan yaxîtir bû. her çîşim enûsîyewe bo pesendikiranî pîşanî kernêlim eda.

min le kesê eçûm ke sûjnêkyan dabête des û hełkendinî bîrêkî qûłyan dawa lê kirdibê. yan le yekê eçûm ke daruperdûyêkî zoryan le berdem komeł kirdibêt û witbêtyan ke «koşkêkî gewre heye ke le ’eynî em daruperduwe dirust kirawe. ebê to her xiştê, her parçe texteyê, her bizmarê, be kurtî her parçeyê lem daruperduwe le çi jûrêk yan derga yan pencere û dîwar û serbankî ew koşkeda be kełk hênrawe, bebê ewe ke koşkeke bibînî bidozîtewe».

beřastî em kare bo min derdeserêkî gewre bû. çunke destûrêkî kurdî ke bekełk bê nenûsrabû heta tozê řêm lê řûnak bikatewe. her teqelayê bû dam, her bêxewîyê bû kêşam; êsta em destûrem hênawete meyan. min nałêm ke em karem bê qisûre, hełbete qisûrî heye, bełam xawend însaf temaşay gewreyîy kareke eka û lêm ebûrê.

le bîrma nebû ke cizim cizim derîbênim, bełam çunke leser řoyînim bo lenden, witim ewey le çap dirawe derîbênim beşkû heta egeřêmewe bixiwênrêtewe we ke cizmekanî tirim derhêna bo xwêndewarekan asanîyê bibê.