sipas bo bokan

From the Book:
Diyarî Mehabad
By:
Mala ghafour Dabaghi (1927-1990)
 2 minutes  647 views
têpeř bû le mîrrîx û zuḧel hîmmetî bokan
hewrî le sema xiste sema ẍîretî bokan
ew hêrşe lafawe ke hoy çareřeşî bû
selmandî be dinya şeřef û ’îzzetî bokan
çî bû dijî ew awe bê amane wexo kewt?
hêzî bezeyî û řeḧim û dił û yarmetî bokan
kê baweşî germ û guřî girtibowe bo xełk?
tenya gelî xawen keřem û nî’metî bokan
pyaw çakîy û dił pakîy û xizmet be hejaran
bergêke biřawe be qed û qametî bokan
pêwîstî be tarîfî em û ew nîye, wek xor
tîşkî le hemû cêye eda şoretî bokan
şanazîye bo kurdî hemû şwên û wiłatêk
çawtêrîy û cwamêrîy û azayetî bokan
nêwbangî le gişt nawçeyeka wîrdî zimane
dengî le cîhan dawetewe pyawetî bokan
wa têmege bokanî leçaw xełkî dî lordin
pêt wa nebê, endazî nîye serwetî bokan
merdayetî çî dawe be ser zor û kemîy mał?
her çake legeł xełkî buwe ’adetî bokan