destengî

From the Book:
Diyarî Mehabad
By:
Mala ghafour Dabaghi (1927-1990)
 2 minutes  908 views
em parçe şî’rey le zemanêkda hondotewe ke bo bijêwî řojane meḧtel buwe û nanî wîşkî ew řojey bo nekřidirawe.
lalûte le ême çerxî gerdûn
pêy ḧeyfe bijîn be bextyarî
destim be du’aye xełkî bimrê
ta nanî bixoyn le tazyedarî
bergêke be bejnî min biřawe
qerzarî û serkizî û hejarî
pêm nakřê řojê dû kîlo nan
bew nirxî mebaḧî şaredarî
tif lem beşe, lem jyane ḧafizPen name
ew nane bikey be jehrî marî
bê çawîye hoy kizî û kesasît
serbarî xełk bî nalebarî
herwa buwe jînî êmemanan
taybet le wiłatî kurdewarî
şa’îr ke jyanî piř le jane
ferqî çîye payîz û beharî
zor şêtîye xozî ger bixiwazî
em sałeke bo pêrar û parî
kê jîr û bebîr û hestyare
bextî řeşe, tałe řojgarî
kê xełkî mebeste, gel periste
zîndan û telane cêy qerarî
kê zîddî hejare, paredare
cêy koşk û telare, bare barî
em xełke tikaye lêm biburin
ḧeq nabê le hîç kesê weşarî
bo min nîye her be taqî tenya
řaburdûyî tał û kołewarî
bê çawî hemû wiłatî dîş wan
çaw bwaye deçûne kesp û karî