cûte mem

From the Book:
Diyarî Mehabad
By:
Mala ghafour Dabaghi (1927-1990)
 1 minutes  769 views
ey cûte memit ’eynî hełûy taze ferîke
fêdarî desî toye diłim, çareserî ke
gyan bote pepûlêk û le dewrî şemî řûte
ta bał û peřî, pakî nesûtawe derî ke
çawit ke be hawkarî birot xełkî dekûjê
egrîce lepay çî legeł ew cûte şerîke?!
dujmin deyewê to be teła hełxełetênê
ya cwabî be têła bide, ya carê kerî ke!
em honere bê çawe ke sewdaserî toye
tawê were des bawê milî, bextewerî ke