geyştine şar û eweł qorit

From the Book:
Le Xewma
By:
Jamil Saeb (1887-1951)
 5 minutes  775 views

seyrim kird lew nîweşeweda, le qulẍeyekî qerax şar, sê kes betfengewe derpeřîn wityan kuře meřon bizanîn êwe kên û le kwêwe hatûn û çîtan pê heye û bo kwê eçin. witim eme çî bû, dek bezyadî xêrim nekird, nexêr seyrim kird pîre karwanyan xiste ḧelwela û şequşoq, lemyan eda û bewyanda ekuta, pelemarî ew baryan eda, serupotełakî sê çwarêkyan kutayewe, lew naweda qisey xoman bê minîş ber yek dû şepazliley mizir kewtim, min herwa waqim wiřmabû emut eme çî bû, ême xoşî xoşî wa geyştîne cêy meqsed keçî em zirmukute çî bû? wityan dey direnge bizanîn qaqeztan çî pê heye, bartan çîye, le kwêwe yen? wityan le fiłane cêgewe dêyn û xełqî fîsare cêyn, barman şekir û çaye, kaẍez û maẍezîşman hîç pê nîye, hanê bimanpişkinin. xolase leber ew baran û řehêłeye, nîw se’at zyatir bem gêrme û kêşeyewe bûyn, taku karwançîyekan serî xoyan qebłand, yekî şitêk pareyan bo gird kirdinewe, em car řêy necatyan pê nîşan dan, le paşan duwan lew bacgirane hatin belay minewe, lew tarîkayyeda seyrêkî serusekut û qed û qyafey minyan kird, lêm moř bûnewe, em car yekêkyan şixarteyekî dagîrsand û temaşayekî kird witî eme çîye, kêye, le kwêwe hatuwe, bo kwê eçê? kabray karwançî witî eme pyawêkî ẍerîbe, lew germyanewe hatuwe lêre kasbî bika, feqîre, bêdesełate, wityan nabê hełbet eme şitêkî le jêr serda heye, hebêt û nebêt eme casûse, befêł û tełeke xoy wa lê kirduwe, ewanîş wityan kuře nebexwa casûsî çî, feqîr û ẍerîbe hatuwe lêre kasbîyek bikat bo xoy û çend pareyek bo mał û mindałî pêkewe binê. nexêr karwançîyekan zoryan wit û ewan kemyan bîst, hatne pêşewe lêm, dewryan dam, hemû leşmyan pişkinî, ser û keławyan damałîm, time lîtekyan seng û sujin da, zor emlawlayan kird hîç nebû, minîş xo ke nawî casûsîm bîst her ḧepesam û tasam, hîç qisem pê nekira herwa waqim wiřmabû, qederêkî baş bem řenge çermeserêyan dam, hîçyan nedozîyewe. emcar duwanyan lapeřyan lê girtîn, nextê sirp û hořyan kird û hatne nizîk ême, kabray karwançîyan bang kirde lawe, legeł ewîş qederêk çirpeçripyan kird, kabrayekîş hat belay minewe witî bawkim emane behîway ewen şitêkyan bidrêtê, minîş swêndim bo xwardin ke to le hîça nît û hîçîşt nîye byandeytê feqet ewan dest hełnagirin û çon le jêr çingî em bedbextane derit bênîn, minîş tê geyştim ke îşeke nařeḧete û emane teşqełe eken, yan ebê şitêkan bidrêtê yan ême beqełbeyekda eden û minîş kêç le baxełimda bo pulêk sewzełe gyanim ełê.

herçende serim hêna û serim bird çareserêkim bo xom nedozîyewe, witim fiłanî to xot ezanî ke min hîçim nîye byandemê û xoman le şeřyan ladeyn û agaşim lem şitane nîye ke ewan eyłên, ca keyfî xoyane řezam beqezay xwa desełatim çîye. kabray karwançî em carîş legeł hawřêkanî çûnewe belayanewe, qederêkyan legeł witin û řistyan her eyanut fa’îdey nîye, minîş becarêk serî dinyam lê hatbuwe yek emut yařebê çî bikem, bo řîş hatim simêłîşim naye ban, lew tenguçełemeyeda hîç řêgayekim bo xom nedozîyewe. dwayî kabray karwançî witî bawkim xwa hełnagrê êwe se’atê zyatre, bem tarîke û serma û lêzmeye, êmetan lem quředa řagirtuwe, ême wa eçîne fiłan xan êwe beyanî werne ewê, sa lewê bełku şitê beştêk bikeyn. bem řenge ewanîş destiberdar bûn û berayîy karwanekeyan berda, êmeş lêman xuřî û çûyne naw şarewe, ema min lem sefere zor peşîman bûmewe, diłim gîrabû, me’îwis bûm witim eme ewełî bêt, axo axrî çon ebê. lew se’atewe ke hatbûme derewe le małî xom heta ew deqîqeye bîrim lê kirdewe û min lew dû sê řojeda çendim meraret besera hat û çend new’e ezêt û musîbetim dî, çareyşim hîç nebû, neřêy řakirdinim bû, netwanay geřanewe, her emendem bo mabuwewe emut xwa çakî bikat, bizanîn nawçewanim çî lê nûsrawe, bemaneyş bibřêtewe her çake, xwa xiraptir neda, wirde wirde her eřim em xeyałane ekem, řoyştîn heta beher ḧałêk bû geyştîne xaneke û dergeyan lê kirdînewe û çûyne jûrewe, serma, quř, diłope, bê agirî, lerzêkîş çûbuwe naw sikmewe zorim serma bû, hemû leşim becarêk dahêzrabû, têk şikabû, hîlak, mandû, mirdû, xewm yet, birsîme, nexoşim, her nazanim biłêm çî.