xwa bexêrî bigêřê:

From the Book:
Le Xewma
By:
Jamil Saeb (1887-1951)
 6 minutes  1811 views

şewêk le xewma wa le dinyada gîrim xwarduwe, saḧêb kulfet û mindał, bê pul û bê pare, dest sipî û bê maye mawmewe, zor eḧwałêkî xirap û naxoşim heye. her bîr ekemewe leber xomewe ełêm, ya řebî çî bikem, çon hewłêk bidem şitêkim dest bikewê, îdarey xom û mał û mindałmî pê řêk bixem û le jêr barî qerz û nebûnîda derbiçim, herçende serim hêna û bird ẍeyrî seferkirdin hîç çareyekî tirim bo xom nedozyewe, wextîş axru’oxrî payze, sard û sermaye, zistanîş le pêşeweye, berî dûre, te’mînî îdareş lazme, benaçarî û na’îlacî kewtime ser xeyałî sefer, legeł mał û mindał tegbîrman kird û qerarman da ke seferêk bikem, bełku hîç nebê îdarey mał û mindałekem pêk bênim, mindałekanim lew memlekete becê hêşt bo xwa, xoşim nawî xwam lê hêna û hełsam řûm kird bo berewjûr witim wiłatî îslame. lew serewe îslam û pyawçak zorin, yarîdey yektirî eden, minîş musułmanim eçim bełku lewê beher new’êk bêt îdarey em zistanem te’mîn bikem û bîhênmewe bo mindałekanim. dû sê kulêrem beste piştim û şwên karwan kewtim, ew řoje bepêyan řoyştim, bełam çunke qet bepê neřoyştibûm zor hîlak û mandû bûm, le paş çend se’atêk hêz le ejnom biřa, herçendim kird û koşam, twanay hengawêkim nemabû bînêm beřêda. pêm hemû bûbû bebloq, henasebřikêm pê kewtibû, zimanim bistê derkêşabû, hêzî qisekirdinim nemabû, řuwanîm fa’îdey nîye, natwanim biřom beřêwe, qerarekeşim qet’îye bo em sefere, her ebê biçim, çunke çarey tirim nîye, pûlê pareyekîşim pê nîye ke bîdem bekirêy wiłax. herçend serim hêna û serim bird hîç çareyekim nedozyewe, îlla eme nebêt hatim legeł yekêk le karwançîyekan xom řêk xist, pîremêrdêk bû, çwar pênc wiłaxî pê bû xoşî tenha bû, witim mame to boçî nayeyt tawtawe min swar bikeyt û mandûm biḧesêtewe, minîş le řêgawban xizmetî wiłaxekanit legeł ekem û le îşekanta yarîdet edem. kabrake pyawêkî baş bû witî hezar car memnûnîş ebim. bew řenge qerarman da û řêk kewtîn û bo xom swarî wiłaxêk bûm hatîn beřêwe, ew şew û řoje beřeḧetî û bê qorit û ember û ewber hatîn beřêwe, hîç seẍłetîman nedî, le paş şew û řojêk îtir geyştîne ḧidûdî ew wiłatey ke boy eçûyn.

ya xwa duşminî îmanit bê! ew řoje le sê çwar lawe cerde û eşqya hatne ser řêgekeman bû beteq û hořî tifeng û şeř û hera, feqet karwanekey ême qelebałẍ bûn û hemû tifengyan pê bû. leber’ewe cerdekan hîçyan zoryan beseryanda ne’eşka û egeřanewe. şew le menził maynewe, sibḧeynê kewtîne řê, yaxwa her duşmintan bîbînê, lem pena gird û lew kordere û şîw her fiřkan fiřkanî terîde û cerde bû. pol pol ehatne ser řêgeman û qederêk şeře tifeng ekira û zeferyan ne’ebird, xoyan win ekird. heta demedemî ’esir bem řenge řoyştîn beřêwe û minîş çunke be’umrî xom eḧwałî wam nedîbû, zor etirsam. her legeł teqey tifengêk ehat wextebû řoḧim biçêt, emut eha her êsta ekujrêm, le paşanda karwançîyekan wityan, ême herçîyekman kirduwe ebê em şew xoman bigeyenîne naw şar, çunke eger emşew lem naweda bimênînewe, em cerdane beyanî çend taqmêkyan yek ekewn, dêne ser řêgekeman herçî xirape beserman ehênin, qeraryan da ke behemûyan newestin û lê xuřn, ew şewe her xoyan bigeyenne şar. minîş em qerarem zor pê xoş bû, çunke emwîst se’atêk zûtir bigeme cêy meqsed û hemû umêdêkim lewê pêk bêt û lem nařeḧetî û tirs û lerze necatim bibêt, lam wabû her bigeme ewê îtir norey fereḧî û xoşîm ebêt.

dinya le paş nîweřowe bû behewr û hełła, kizebayekî zor sardî ehat, carcar biruske û çexmaxey eda. paş ’esir tinoke tinoke day kirde baran, êmeyş her eřoyn, ełêyn leser xwa, her çonêk bêt her biřoyn çake. xêra lêman xuřî hatîn beřêwe, baranîş heta bêt zyad ekat, minîş le sermana wexte zîře bikem. şewîş hat beserda tarîk û nûtek, esłî emeye ełên kes berî pêy « tarîke şewe gełałî lenaw şew bû tarîke û emusteçaw » xoy ne’ebînî, tirs û lerz, serma û baran, zendeqdar zendeqî eçû. baranîş weku kundey serewjêr dête xwarewe, key kem êsta kem, şest û řehêłe, kiławbeser ebarê, lemlawe lewlawe aw hełsawe bebawe em barane ehênê, eydat beser û çawî însanda, quř û çiłpaw, gerdelulêke «al’yaz balilhArabic». minîş aw le tepłî sermewe dête xwarewe le berî pêmewe eçořêtewe. lerze lerzî bedenim, qirç û hořî danim ehat, dezûyuşk le bedenma danim bû her xêra xêra empirsî, zorman mawe bigeyne şar yan na? eyanut hêşta mawmane, tawtaw bew ḧałewe leber hîlakî xewîşim ehat û wenewzekutêm bû, le piřêkda kereke le jêrma sersimêkî eda û girim ha řa’epeřîm û xeberim ebuwewe, nextêk çawim egłofit û behoş ehatmewe. wirde wirde bîrîşim le ḧałî xom ekirdewe, çunke le ’umratî xom seferî wa nařeḧetim nekirdibû peşîmanîm ḧasił kird. lem naweda û lew qyameteda dîsanewe le dû sê cêgey tir cerde hatne ser řêgaman kuře meřon řûtewe bin, kuře neyene pêşewe ekujrên. tequtoqî tifeng, gîzuhořî gulle bepena gwêçkemana wexte bû řoḧim biçê, le tirsana her ewebû zîřem ne’ekird. tirsulerz û diłekutê, were bem ḧałewe her se’ate nese’atêk emîş yexet bigrê, her eřoyştim emut yařebî to necatderî necat, key egeyne fereḧî û necatman ebêt. xulase sertan neyeşênim se’at çwar û pênc bedwawe le dûrewe dengî segweř hat, wityan eha wa nizîk bûynewe, le diłî xoma şayetmanêkî beḧeqim hêna û xoşî kewte diłmewe, ew leşe sardem le xoşyan germ buwewe, zîndû bûmewe, wirde wirde hatîn řwanîman le derewe tiruskey çira û agir derkewt, witim oxeyş şukir wa necat bû, bem ḧałewe hatîn geyştîne qeraẍ şar, emcarîş qederê şukirî xwam kird ke lew řezalet û musîbete necatman bû geyştîne ferḧî.