dił le me’mûrey cîhana, muntexeb her toy dewê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  492 views
dił le me’mûrey cîhana, muntexeb her toy dewê
wa lenaw çahî zenexta, abřû ger des kewê
dayê lêłayîy dû dîdem, dûr le dîdet def’eyê
ẍeyrî derganet, eger bê, pêy xeyałim hełkewê
to fîraqîşt lelay min ḧukmî nezdîkî heye
řaste xom lêrem, be mergit, řoḧ û dił her wa lewê
dujminêkî çend muheyyaye řeqîbî seg sîfet
řoj û şew bo mel’enet qet yek deqîqe nasrewê
şew dełên diłber nîşaney «lîlh alqedْrArabic»y heye
pertewî ew nûre, boç carê le kulbem nakewê?
gerdinî dił kewte jêr sengî fîraq û «salimPen name»e!
way lejêr em kêweda, çend meḧkeme û çon nanewê?