dirêẍa neqdî dînim kirde serfî karî dunyayî

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  671 views
dirêẍa neqdî dînim kirde serfî karî dunyayî
sełaḧî dunyewîşim daye destî nefis û xudřayî
biłêm dunya direng serçê, weyaxud axîret zû bê
minî şermendeyî muflîs; ne dunyayîm, ne ’uqbayî
le cwanîda be danş herçî sikkey abřûm lê da
be nadanî le pîrîda hemûm dana bexořayî
syahey cem’î serfî neqdî ’umrî xom temaşa kird
çi dexłî nîknamî tya nebû, cuz xercî řîswayî
ḧerîsîy pîrîy û cehlî şebabe kesbî kewneynim
terîqî ’ehdî pîrîm û xecałetmendî buřnayî
le guftey pîrîy û kirdey cwanî bes herasanim
xerefgoy natewanîm û xîlafkerdey tewanayî
le xwanî mun’îm û îrşadî murşîd herdû meḧrûmim
le dîdarim herasanin çi em layî çi ewlayî
řezalet pestîye «salimPen name», bułendî zîddî bedbextî
meço bem new’e bo meclîs: ne payînî ne bałayî!