be gułzarî îrem qurban depirsî ger le eḧwałim

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  1860 views
be gułzarî îrem - qurban - depirsî ger le eḧwałim
nexoş û serxoş û mest û xumarî çawekey kałim
perêşanim, biławim, têk şikawim, xaw û şêwawim
dełêy şamarî zulfî tom le dûy to şêt û ’ebdałim
be nazî çawekey wek bazî, bazî dam heta pîr bûm
detirsim her be bazî bimkujê ew yarî mindałim
ne daẍî cergî xom zanî, ne mayey bergî xwênînim
şehîdî deştî ’îşqim, lale řengim, min keř û lałim
diłey bêhoş û goşim muddetêke her denałênê
xuda řuḧmê bikey bew murẍî ḧepsî bêpeř û bałim
bifermû «ba» perêşanim neka zulifit leser řûy to
eman ya kaşfî zułmet, dexîl ey şewçiray małim
be xot sermeşqî zulf û dersî bałat dawim ez çibkem
nîşane û desxetî xote eger elfim eger dalim
emin îftade bûm to xot be řeḧimit dest gîrim bûy
peşîmanî ne şêwey toye, ey xurşîdî îqbałim
îşarey çaw û ’îşwey zulfeket bûn murşîdî řêgam
eger deyrî muẍan qîblem, eger zunnare bermałim
be tîẍî ẍemze emin û terkî řûy to? qet mełê qurban
eger qîmem biken her řoj peristim, her be yek ḧałim
emin her tom dewê, min çim le řoḧ û çim le dîn dawe?!
be qurbanî temaşayêkî to sed car ser û małim
le taw derdî diłî dêwane xwên degrîm û nazanim:
ne xestey çawekey mestim, ne řencey pencekey ałim?
be mergî min be řemzêkî biłê bew çawe ḧałîm ka
eto nazdar û bîmarî, emin boç zar û bêḧałim?!
kutî: bo kwê debey řoḧit «wefayî»? dewryan girtî!
nîzamî perçem û serbazî zulf û ’eskerî xałim