ga desûtêm ga degryêm ẍerqî aw û awrim

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  4331 views
ga desûtêm ga degryêm ẍerqî aw û awrim
ax leber bextî sya! nazanim ez boç namirim?
her ke detbînim dełêy to şem û minîş perwanetim
ta serapa nebme koy zûxał qed aram nagirim
her řegim tarêke nałey dê le şewqî řûyî to
’endelîbim, mutrîbim, xoşxiwanî guł řamişgerm
zulf û řû, bała û ebro û xetit û xał û çawî kał
lew telîsmî ḧewt xwan zor muşkîle řoḧ derberim
’eksî zulf û řûte mayey coşşî giryanî min
çi bikem axir çaw piřawî dûdî ’ûdî mecmerim
ḧeqme xwên bigrîm le bêdadî xet û cewrî nîga
min ke gîrodey feřeng, yexsîrî destî kafirim
pêkenînit cezbî kirdim bo ser û zulfî syah
tûtîy şîrîn kelam pabendî dawî şekkerim
gah perêşanî řux û ga diłişkistey qametim
her we zulfî to deçim sergeşte û sewdaserim
ger be naz her demkujî ba têr bibînim çaweket
lêm geřê carê be kûçey meyfiroşan řabirim
dûr le to zor bêqerar bûm ta be lutfî çawekan
zeḧmetit da ber tebîban hatî emřo çatirim
ḧasłî seyr û silûkim bû be xendey zarî to
geh beqa, gahê fena, geh ẍa’îb û geh ḧazirim
zahîd însafit hebê, to çit le řendî badexwar?
to û beheşt, to û ḧûr û ẍîlman, emin û çawî diłberim
wek wefayîPen name dił bide dîn danê bo saḧîb diłêk
da bizanî bo çî min ’aşiq be ḧusnî mezherim