lîqa û cîlwe û tecellay diłberim wek şu’leyî nûre

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  506 views
lîqa û cîlwe û tecellay diłberim wek şu’leyî nûre
beser řûya şu’a’î nasîyey «nurّ ’ilî nurArabic»e
qerîn û qurbî ’eyşe yar û min dûrim le asayş
welê sîdiq û sefa herdem le min nezdîk û lew dûre
fezay xuldî berîn bê yar, ewîş hîcran û endûhe
eger tûbaye, ger qesre, we ger ẍîlman, we ger ḧûre
şewî yelda, le bezmî diłbera, hergîz çiram nawê
le toy fanosî pîrahen tenî wek şem’î kafûre
heway lîmoyî pustanit le diłma wa be te’sîre,
henasey serdim emşew «fî alimsilArabic» hemzadî kafûre!
sîper’efgende û gerdinkeçim, ḧazir le meydana
cedelkirdin legeł to, wek telaşî baz û ’usfûre!
bebê mey, dîde «salimPen name»! şêweyî mestî zuhûr naka
be ẍeyrez çawî diłber, dayma bê bade mexmûre!