muzdî řencim, ke bidey, neqdî wîsałim tełebe

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  509 views
muzdî řencim, ke bidey, neqdî wîsałim tełebe
ecrî hîcirim, ke bidey, baẍî cemalim tełebe
şorî yek boseyî şîrîn le lebit kewte serim
ḧeddî bosem nîye, emma be xeyałim tełebe!
bike xûnbestî siruşkim, be ’edalet, le nîgah
dił ke ẍełtane le xwêna, lebî ałim tełebe
ta’îfey hînduwe bo ke’beyî řû, hadîyî dił
destî egrîce ke kotaye, le xałim tełebe!
to ke deh sałeyî bem new’e heta çardehem
bo cemalit, wekû meh, ḧeddî kemałim tełebe!
cewr û bêdadîy řeqîbim diłî hêname eman
zułmî załim le kemałaye, zewałim tełebe
dêwî na «salimPen name»y nefsim piřî ẍarî bedene
quwetêkî beqeder řostemî załim tełebe