muskîrî çawî řeşî toy nîye, xemrî çilemîn

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  504 views
muskîrî çawî řeşî toy nîye, xemrî çilemîn
řayḧey gêsûyî toy nîye boy nafeyî çîn
řojî ewweł ke diłim bêxudî řût bû, zanîm
tûşî em derde debim, bem diłe, axir be yeqîn
řoḧ bederbirdinî seydî diłî weḧşîm se’be
tîrî řagirtuwe dîdet le kemana be kemîn!
şebehî sefwetî sînet nîye, bên ferzen eger
sedef û lu’lu’ û meřmeř bikene safî ’ecîn!
ejdeha ḧelqeyî wa dawe le řûy gencî cemal
manî’e bo guzerî dił le yesar û le yemîn
zen mebe bisrewê dił qed be çi diłber bê to
bê serit, bew sere, ser nakeme ser řûyî serîn
be serit şořşî ’îşqit le serim dernaçê
ger be qesdî ser û mał bêne serim, řûyî zemîn
xeberî mirdinî «salimPen name» bene lay yar û biłên:
şînî yekcarîyî te’zîyeşî bikirê be şîn