labe sa perçem leser nûrî cebîn

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  401 views
labe sa perçem leser nûrî cebîn
payî kafir ba negate ferşî dîn
dił ke kewte zułfî to, key dêtewe?!
bê seruşwênin ewaney çûne çîn!
cazîbey lêwit diłî tung girtْûْm
damî bałî neḧle, şîrey engebîn
çunke řencim ḧasłî her girye bû
def’eyê nemdî be xuşkî, astîn!
eşkî xwên teẍîyrî da bergî ’eza
nayêłê řengî beqem, esbabî şîn!
tîrî ahî min eger negrê řeqîb
hîçe, ger biřwate çerxî heftemîn!
ey birader, to û telettufhayî sedir
salimPen name û dergahî «ribّ al’almînArabic»