xałe bîstûme, mu’mînî cafan

’ebduřřeḧman beg «salim» û «mela mu’mîn» pêkewe witûyane
From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 3 minutes  446 views
xałe bîstûme, mu’mînî cafan
ke le teb’î kesêke wek ḧessan
nesebî espî toy be seg dawe
segsarî deka be to û dîgeran
«ḧaşa lilhArabic» ne tobe mergî to
ne seg’endamin û ne sik’asan
şemmeyêke le wesfî to û espit
qîsseyî řexiş û řostemî dastan
lakîn ew cû[te] bûn, dirust û dirişt
êwe herdû le qałba nuqsan
espeket fîle, lêk bê xertûm
to pułengî we lêk bê dundan
to be swarî keme bêy, nimayane
gurgî bê kilk û şêrî bê şîryan
yozî bê kełbe, bebrî bê mîxleb
xot û espeket be şekił û be şan
çunke to şêrî, ba letîfe biłêm:
her debê xwên bixoy û êsqan
to ke gurgî be beřře qanî’ be,
meleqêne dumit le kes bo nan
espî to tazîy û eto tazî
ta zyane be tazî er ta zan
wa dezanim le bîmî tazîy taz
demne řaka wekû segî çopan
bête bendî kemendî to, îklîl
segî kêye ke bîbřê be tekan
way bo ḧałîyî kemtyarî feqîr
tûşî em bebre eger le beyan
întîqamî segî debê zahîr
tûtkî herçî xwardibê be tekan
espî swarîy weha nîye û nabê
her le «berber» heta be «daẍistan»
cûtî em espe wa le mułkî ’edem
řengî wa qet nîye le řub’î cîhan
liçî wek kałekî bił, qiłeşaw
serî wek kûlekey dirêjî pan
çwarpelî pane wek tirozîy çem:
nerim û barîk û bê řeg û lerzan
leq û şil, kilkî wek gułî herzin
wextî lingidan deçête naw lingan
çawî her wek tirêy hetawbirdû
sîs û bê aw û qûł û nabînan
espî to, boçî xirape, xałî xom
pak û bê ’eyb û saẍ û bê nuqsan
nałî bê û eger co bixiwa, řexişt
řostemane ke lêy xuřî be dûdan
şiřî, şew ger «girêze» bê menził
ta seḧergeh degeyte deştî muwan
le ełebce degey be bekirawa
şew lenawê ke lêy xuřî çêştan
be girew swarî be le guł ’ummer
hefteyê deçîte xakî hewraman
le «newê» lêy xuřî le payzda
deçîte «dizłî» le axrî zistan
ta le «deq» deçîte «qełbeze», behar
payzê êł degate ber alan
gurzî to ger le piştî gurbe kewê
demyawênê ta serî meydan
muxteser pêt biłêm, bełê: wate
espî şîn fîle, xotî şêrî jyan
ḧerfî serbeste, besyetî îtir
ba biłêm herçî mexfîye be ’eyan
be qerarî ḧedîsî mu’mînî cafan
pêy witim dwênê, wazîḧ û penhan:
bargeyêk ke bestî bo tulek
şapeřit kendibû be zorî didan
bełke her kes be bînî perer bû
bê, biłê qelbî kes namudanan
peř gizawe wek peřî tûlek
tûlekî to le tûlkan nadan
xałe sa wek terîqî fîno bî
xałe sa bî xecałetî segban
xałe! tu’mey quşt be luqme bikey
xałe! goştit nebête noşî can
gurçewêłey meřit quzzełqurit bê
zîqetorey miřit bibê sindan
ba qereqeş be gurzî kellet bê
cennet bête dozexî îran
pořî çem, herçî bête qîsmetî to
le şikemta semer neda, cuz jan
diłî kotir diłit beder bênê
be selamet nexoy kewî buryan
ba bibî munfe’îl lelay quşçî
ba ser’efgende bî wekû çopan
dek îlahî be mîslî peřřeqeş
dest û pa beste bît û ten lerzan