eger bê yadî zulf û çaweket yek leḧze sabîr bim

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  985 views
eger bê yadî zulf û çaweket yek leḧze sabîr bim
esîrî bendî kafir kuşteyî bêdadî saḧîr bim
wîsałî xałekey lêwit ḧeyatî ’aşiqe emřo
be ḧeqqî saqîy kewser biła lew bezme ḧazir bim
nîgahî germî taracî hemû derd û ẍeme wek mey
kuşnidey mîḧnete qurbanî neş’ey dewrî saẍir bim
be cezbey xałî řût bełkû be baẍî ḧusnî to şad bim
debê min her leser ayînî îbrahîmî azer bim
kemendî zulfekey to bimgirê min ’aşiqî řûtim
murad û metlebêkî dîm nîye, «ẍîr az» tu, kafir bim!
wekû perwane degrîm û desûtêm dûr le zulfî to
heta key min le daẍî to ḧerîqî aw û awir bim?
be xendêkî diłî bîmarî ew çawane meşkêne
le em gułqende meḧrûmim mefermû bełkû çatir bim
«wefayî»! ger be hewyay wesłî zarî dił mede zulfî
meḧałî ’eqłe cem’îyet ke min aşuftexatir bim