bo wicûdî minî bêxud, nîyetî ḧukmî ’edem

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  465 views
bo wicûdî minî bêxud, nîyetî ḧukmî ’edem
neqdî sermayeyî ’umirim ke hemû serfe le ẍem
xwên le zexmî muje, hengamî teřeḧḧum, deřjê
damenî dił piřî yaqûte le îmayî kerem
řeẍbetî min le cefay yare le hengamî sefa
noşî ulfet nîyetî lezzetî êşanî sitem
bulbulî dił ke cuda mawe le gułzarî řuxt
her perêşane, eger bîbeme naw baẍî îrem
ta be leylayî ’ereb mayle, mecnûnî diłim
se’be xuřřem bê le hîcra be zerîfanî ’ecem
murẍî baẍî ḧeremî toye diłim, lêy mede tîr
bê ẍemane be sitem mekuje weha, seydî ḧerem
sûyî min mayle diłdar û řeqîbim le ḧesed
beskî řeşkî heye, nezdîke ke bidřê be werem
cogeyî xwênî siruşkit, çi bû salimPen name! nebřa
řegî çawit le nezerda buwe şîryanî beqem