be neqdî can deda yek bose diłdarim, welê zeḧmet

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  474 views
be neqdî can deda yek bose diłdarim, welê zeḧmet
degate ḧeddî wabûn ’uqdeyî karim, welê zeḧmet
be payîn ger neyê ’umirim, be payîn dê şewî hîcran
debînê subḧî wesiłit dîdeyî tarim, welê zeḧmet
ḧekîm ewweł ze’îfî kirduْm bo keşfî danayî
deka axir dewayî qelbî bîmarim, welê zeḧmet
beserçê ger ḧeyatim, bê zimistanî ẍem û hîcran
dekem řojê temaşay baẍ û gułzarim, welê zeḧmet
be şuhret salimPen namem, emma le hîcirit pîrî ken’anim
debê řoşin be wesiłit, dîdeyî tarim, welê zeḧmet