zimanî edebîy yekgirtûy kurdî le mêjûda

From the Book:
Serincê le Zimanî Edebîy Yekgirtûy Kurdî
By:
Ezaddin Mustafa Rasul (1934-2019)
 3 minutes  883 views

zimanî edebîy yekgirtûy kurdîyş tecrubeyekî tewaw taybetî xoy heye.

mêjûy edebyatî kurdî çend tecrubeyekî peydabûnî zimanî edebîy yekgirtûy kurdîman bo degêřêtewe ke çend hengaw berew pêşewe çuwe, bełam ew kosp û nasoraney beser netewey kurdida hatûn, bûnete hoy kizkirdin ya mirandinî ew tecrubeyey ke paş maweyek ya sedeyek le şwênêkî tirî wiłatewe serî hênawete derewe.

mêjûy gelan û mirovayetî hemîşe berew pêş eřwat, bełam hendêk řûdaw le jyanî neteweyekda řû edat ke maweyekî zor mêjûy pêşkewtinî ew neteweye debate dwawe, bełam siruştî jyan û mêjû ke gyanêkî kołnederane û xebatkeraney dawe be gelan, wa dekat ke ew neteweye paş maweyek lejêr barî sextî karesatda ser bênêtewe derewe û berew pêşewe biřwatewe.

nimûney em řagirtin û berewdwabirdnaney mêjû, hêrşe xwênawîyekanî meẍoln (holako û teymûrî leng û cengîz xan) be hemû karesatî xwênîn û kitêb û berhemî bîr sûtandinêkyanewe, herweha dû cenge cîhanîyekey em sedeyeş lew řûdawanen. bo kurdîş lem bareyewe xanîy mezin ew řastîyey baş derbiřîwe ke witûyetî:

ev qełzemî řûm û beḧrî tajîk
hendê ko diken xirûc û teḧrîk
kirmanc dibin di xwîn mulettex
wan jêkve diken mîsalî berzex

bem core çend tecrubey peydabûnî zimanî edebîy yekgirtûy kurdî xełtanî xwên kira, bełam paş çend sedeyek tecrubeyekî taze lelayekî tirewe serî heł’edayewe. ta em tecrubeyey êsta ke le sedey nozdehemewe destî pê kirduwe û ta êsta berdewame û berew pêşewe eřwat, hate kayewe. tecrubey peydabûnî zimanî edebîy yekgirtûy kurdî, herçende bestirawe be dîmenêk le dîmenekanî geşesendinî edebyatî kurdîyewe, bełam edebyatî kurdîyş hemîşe berewpêşçûnî, pabendî barî syasî û geşesendinî desełatî syasîy kurd xoy ya bizûtnewey azadîxwazaney buwe.

ger le pencerey ew dyalêktewe temaşay mêjûy edebyatman bikeyn ke ew edebey pê nûsrawe, ya wirditir eweye ke biłêyn zorbe û beriztirîn edebyatî serdemî pê nûsrawe, ewa çwar hêłî řoşin ebînîn ke çwar sinûrman pîşan eden û ebne sinûrî yekê lew dyalêktaney ke le serdemêkda bote zimanî yekgirtûy edebyat û hewłî ewey dawe le sinûrî ew nawçeye biçête derewe ke bew dyalêkte qisey tya dekirêt ke edebyatekey pê nûsrawe. bełam ew pelhawîştine be zebrî desełatî dujmin û xełtanî xwên bûnî kurd geřawete dwawe.

geşesendinî edebyat be dyalêktêk be hîç corêk le desełatî syasîy kurd û bizûtnewey azadîxwazaney kurd cya nakirêtewe. bo nimûne: