zimanî edebîy yekgirtûy gelan: ’ereb, fars, îngilîz, řûs
herwek mêjûy gelanî cîhan hemû çwarçêwey giştîy leyek deçêt û, mêjûy her geleş hendêk xasyet û dîmenî taybetîy xoy heye, herweha mêjûy peydabûnî zimanî yekgirtû û zimanî edebîy yekgirtûy gelanîş çwarçêwey giştîyan yeke û, her zimaneş řêbazêkî taybetîy dirustibûnî xoşî heye.
ger zimanî yekgirtû -lay zor netewey cîhan- kokirdinewey xasyete leyekçuwekanî hemû dyalêktekanî ew zimane bêt, ewa zimanî edebîy yekgirtû, lepał xasyete yekgirtuwekanî hemû zimanekeda, zor le xasyetî yekê le dyalêktekanî zimanîşî têdaye.
çunke zimanî edebîy yekgirtû, lay zorbey netewekanî cîhan, le ber hoyek le yekê le nawçekanî wiłatda dirust debêt. her le ber eweş, zorbey xasyetekanî dyalêktî ew nawçeyey tya debêt ke ew zimane edebîye yekgirtuwey tya dirust buwe. paş biławbûnewey ew zimane edebîye yekgirtuwe, ewsa legeł dyalêktekanî zimanda beyekda deçin û core têkełbûn (tifa’il)êk le nêwanyanda pêk dêt. ger temaşay dirustibûnî zimanî edebîy yekgirtû bikeyn, ewa lay her neteweyek tecrubeyekî taze debînîn.
lay ’ereb barî abûrîy mekke û quřeyş û bêderametî û wişkubiringîy way kird ke kuřanî «’ebid şems» her yeke řêgeyek bigirne ber bo řizgarbûn lew bare naqołaye. boye her le konewe «umeye» kewte bazirganî û «haşim» kewte zeyewanîy ke’be û her yeke le řêbazî xoyewe derametî bo tîre û nawçekey xoy peyda dekird. bazařî «’ukaz (’ikaz)» yekgirtinêkî em dû řêbaze û core tewjimêkî piřupogandey ew zemane bû bo herdû řêbazeke. bem çeşne legeł bazařî mekke û bazařî bitperistîda, bazařî «’ukazîş» be şî’ir û «şêwey quřeyş» kewte piřupogande bo herdû bazař û lepał hemû şwênewar û te’sîrî dû bazařekeda awazî şî’rî «cahîlî» û hełwasrawe hełbijardekanî dergay ke’bey be dyalêktî quřeyş lenaw ’erebda cêgîr kird. ger te’sîrî «’ukaz» bo biławbûnewey em dyalêkte le sinûrî tîrekanî ḧîcazda bûbêt, ewa qur’anî pîroz û ayînî îslam bûne hoy peydabûnî zimanî edebîy yekgirtûy ’erebî. herçende le «ḧewt xwêndinewe»y qur’anda dyalêktî tîrekanî ’ereb řeçaw dekirêt, bełam qur’anî pîroz be dyalêktî ew katey quřeyşe, ke pêẍember ﷺ lewan buwe û aynî îslamîşî lew řêgeyewe bewan geyanduwe û wirde wirde way kird ke dyalêktî quřeyş bibêt be serçawe bo ew zimane edebîye yekgirtuwey emřoy ’ereb ke serdemêk zimanî edebîy yekgirtûy gelanî musułmanîş buwe û dyare ke wirde wirde legeł dyalêkte zor û firawanekanî tirî ’erebî têkeł buwe, bełam xasyete quřeyşîyekey ledest nedawe.
lay fars «xakî pakî şîraz» herwek mełbendî şî’rî ḧafiz û nûsînî pexşanî se’dî bû, herweha serçawey biławbûnewey e û zimane edebîye yekgirtuwey emřoy farse ke têkełeyekî şêwey şîraz û tarane. wate bûne paytextî taran «desełatî syasî»y têkeł be zimanî edebîy şîraz kirduwe û zimanî edebîy yekgirtûy farsîy lê peyda bû ke êsta hemû fars pêy denûsin û dexwênin, le katêkda ke her kese be dyalêktî xoy edwêt.
em tecrubeyey fars le hendêk dîmenîda le dirustibûnî zimanî edebîy yekgirtûy îngilîzî deçêt, ke ewîş têkełbûnî edebyat û şî’rî «çoser»e legeł şêwey lendenda ke şî’rî «şiksipîr» řołî xoy hebû le biławbûnewe û daçespandinîda.
zimanî edebîy yekgirtûy «řûs be hoy desełatî syasîyewe dirust buwe. le sedey panizdehemda musko bû be paytextî dewłetî yekgirtû û nûsîn û karubarî řesmî be hemû wiłatda be dyalêktî ew nawçeye dehat û deçû. şa’îran řûyan kirde paytext û çîrokî řûsî serî derhêna û ew şêweye bû be zimanêkî edebîy yekgirtû bo hemû netewey řûs.