eşkewtî xezałê

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 1 minutes  490 views
řê serewjûre gelêk biřnakem
bo wiçan cêyek ebê peyda kem
leser «eşkewtî xezałê» ş tawê
ba xeyałî sereřo xoy bawê
sêberî fênkî heye bo řêbwar
wekû yek řadegrê pyade û swar
małî bo derbederan enwaye
xanexwêy derbederî her waye
zigî piř suç û kelên û qujbin
ser bełam puçek û bê nêw’axin
keçî bew ḧałewe çî bête gwê
ewîş eyłêtewe bot ser lenwê
hêşte her eyłê ke «’ewła nasir»
pêy lexoburdinî na naw agir
katê wa destî le jînî xoy şût
çend be serberzî demird û deygut
ḧez deken mebne mekoy dax û derd
pişt mebestin be hevałî namerd