sipîlkî serşîw

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 1 minutes  488 views
serî şêwawe «sipîlkî serşîwLocation»
tem serî girtuwe ew dîwewdîw
le diła konebrînî mawe
lêy webin dawetewe damawe
serdemêk bû serî hênd be birew bû
ne be řoj cê ne şewaney xew bû
sîngî mewday hebû bo nesrewtin
şanî wek peyje bû bo serkewtin
kuř ke řast û çepî nasîbaye
serî dênaye berê bo kaye
êstewa mawetewe bê awał
derdî tenyayî deşêwênê xeyał
ne be řoj dê ne şewane le serî
dengî desřêjî «ḧemey řeswemeřî»
ne teqe germe ne hatûçoye
baweşî çole sipîlk boye
ḧez deka tem leserî her neřewê
her lebin çadrî řeş dernekewê