şaxî ḧacî kêmî

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  493 views
ḧacî kêmî ḧecî lê qewmawan
pêy ẍerîbanî dena ser çawan
serî berzî heye dawênî biław
serî î xoy nebû bo lê qewmaw
sed kelên û kełek û dawî bû
piř be dił řazî nedirkawî bû
şwênî pêy der nedexist dawênî
serî her tem bû leber çawênî
pûşî zerdî wekû awrîşmî xaw
daydegirt şan û şepîlk û seruçaw
seyre wa heł kewê endam û leş
fêsî wa zerd le serwî çawî řeş
daxo her dałdeye bo awaran
baweşî germî heye wek caran
her be şanazîyewe lêy dedwên
bawî bałan dedin û boy dexuşên
dîmenî çone wekû xoy mawe?
yan ewîş pê çuwe têk çiřjawe
daxo êsteş hemû řojê le nwê
dengî «pîrot» û «’elî»y dête gwê?
lew herême xewî aramî şewê
be teqey «seyd fetaḧ»y deřewê?
daxo dujmin ke bedwîda dekşa
xencerî «’elye gele»y çon deweşa?
bîrî ’usmanî deka carubar
aw le çawanîyewe dête xwar?
kuř eger neybê gyanî tołe
bo bijî? ba bimrê ew zołe
řeng kira sîng û berî xawênit
şerte emnîş bigirim dawênit
yan leber pêt deřjê xwênî min
yan deser sertî degêřim dujmin