qalwê gewrkan

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  521 views
çadir û çîẍ hełdewe jêrim le hewar
wirde wirde le hewar dême xwar
natenê řêgem îtir şînawerd
pê û pêławî mine û herd û berd
sukê pencem le zewî dadegirim
şax û kêwan debiřim řadebiřim
gundî qalwê dekewête ser řêm
hêşte lêm dûre xeyał edzê lêm
ebê çon bê, çi de gořêda bê?
ebê naw gundeke kêy lê mabê?
barî ew nawe çilone ewsał?
çon bikem dîtnî dost û awał?
dewrî awayî edem carubar
lapeřan dadegirim hêndê car
fikirim ałoze degeł hatuço
hêndî têk bawê wekû řayeł û po
ne le cêgayekî oqre degrê
ne řeqey řê degrê û řadebřê
hest ekem lêrh le dewruberî dê
cêy hevałanî tirî pê şik dê
meterêzêkî tire lew nawe
lew gil û dore ewêy hełnawe
degeřê car le serî car le berî
hełî pêçawim û dembate serî
piştî diřkawîye pêşî lêje
tem û mij lê geřê cêy desřêje
çolgeye, zur kene, şwênî çałe
baweşî mawetewe awałe
sengerî mîne şem û ’ewłaye
daxekem dengî kesî lê naye
leserî boye xeyał şêwabû
bibuwe hewdayek û têk hałabû
wa ne aramî hebû ne sirewtin
zortirîş zorî ehêna bo min
bêm û awiř le beserhat demewe
yadî lawanî nemir nwê kemewe
yadî ewdem ke şewêş xew lêre
řêy nebû bêtewe çawî sêre
be hemû hêzewe dujmin debzût
dekewt hênd de seran heł dengut
jengî xencer desřan le xwêna
xwên kelak û serî wek yek dêna
tîẍ ke bêzî nedehat neydebřî
doşke deřşayewe gulle defřî
boye her berze serî ew kêwe
şwênewarêkî ewanî pêwe
ca xeyał toş peř û bałit danê
kes îtir wek min û to nazanê
kê serî way heye bo kes nenewê
qařeman çone eger hełdekewê