pêşekî

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  630 views

wam be diłda dehat biłêm: werin ba bo tawêkîş bê, xoman le naw çwardîwarî dîn û komełatî cwê - cwê řizgar keyn û bêyne derê. serêk lem dinyaye deyn û bê hîç sindim û pêwendêk em xokirde (tebî’et) be daniste şî keynewe û derbarey jînî ewaney emřo dejîn, be wirdî bitojînewe.

guman nîye miro û xokird hertik hen û le ber çawin. ca bo çonyetî peywendî ew dwane be yektirewe û barî jînî em ’îsaney le naw em xokirde dejî, pêwîstimane hemû core bîr û biřwa û řêbazî lêktir cyawazî komełanî binyademî kon û taze - ke nawî dîn yan felsefeyan lê nirawe û ezmûnyan le ser girawe - be giştî be ser keynewe. ewsa eger tozêk zît û wişyarane bidrêne be meḧekî bîr, bo pyawî jîr derdekewê ke serçawey hemwanyan her sê kanîye û ewanî tir hemû coge û şêlegey em sê serçawen; dena çend lapresenêkin bayexî lêdwanyan nîye. sê serçaweke «’îrfan» û «beramberî» û «azadî»ye. yekemînyan - ke ’îrfane - eger řast bê û ’îrfanî her be naw nebê, bê girê û goł ew dûy dîkeş degrêtewe.