xwênerî kurd!

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  747 views

nûserî yaddaştekanî řoj le keyhanî 58/10/24da nûsîwye: mamostay hergîz nemirman (duktur ’elî şerî’etîPerson) derbarey xoyewe deygut: witarêkim le meř peyřewanî îmam ’elyewe nûsîbû; dame dezgay kořî giştî řageyandinî îslamî le mekke. zû be seryanda damewe û be çend cwênî bêtamewe gutyan: kawra şî’eyekî zor ẍelîze! her le ser heman witarîş çend řîşdirêjî be kawêj fermûbûyan: şerî’etî bote sunnî kilk dirêj!

carêkîşan le danişga qisem dekird; řûnakbîranî simêł pan gutyan: fiłan, lagîrî sermayedare! helêkî dî her lew cêye, her ew qisanem kirdewe; çend bîr kurtêkî řîşdirêj gutyan: sûrsûr kumonîste! ca bew pêye debê êste şî’ey sîs û sunnî pîs û sermayedarî negrîs û kumonîstî lamezeb bim. darbeřûy binetałû bim! yek tenîştî çwar pałû bim!

minîş eger řastit dewê, ta degeł berhemekanî aşnayetîm peyda nekird, lam wabû le şî’etîda şerî’etî xestêke eskoy tê naçê; bełam le lam řûn botewe ke ew pyawe be şwên řastîda geřawe û awřî we çîtir nedawe. be piřupûçî sed řîtał û hezar sûçî gizîkaran - ke bo bermawî zordaran - fiş û foł û qałb betał, bo îslametî dûrawe û be destî pîs û çiłkinî çend kułkinêkî dûrehest têhaławe û dapoşrawe, xerîk nebuwe. geřatewe serçawe. awî řûnî hełêncawe û le çiłpaw wazî hênawe. ’îrfane řasteqînekey bem namîlkeye lêy dwawe, lay ew buwe.

ḧez dekem tenbełî nekey û bîxwênyewe ta toş wek minî binasî û be bisteřîş be firîw neçî û le řasteřêş şareza bî!