girawî

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 1 minutes  823 views
xoşewîstî derd û janî bê jimarî pêweye
meynetî çol û çya řîswayî şarî pêweye
dûr dyarin ew kesaney ’aşiq û sewdaserin
řeng û řûyan morî ẍedrî řojgarî pêweye
cêy wîye ser her dû dîdem boye her laye deçim
dar û dîwarîş debînim nexşî yarî pêweye
nek nîgam ser hełgirê bo ser gułî tir serbexo
çawî min lecyatî pêlû, perdedarî pêweye
her le bejin û bisk û henye û gerdinî, ta xałî řûy
pakî bełgey qudretî perwerdigarî pêweye
nemrê westay gwarekanit, bew zirîzey naskey
şahkarî kirduwe, hêndî wirdekarî pêweye
sûr dezanim lew qerare řojê fîtne saz debê
ger debînim mangî çarde fêsî larî pêweye
aşkiraye nazî ger deřwa, řwanînî bełam
çend ewendey nazî řazî nadyarî pêweye
şê’rî min bonî girawîy lê dê, «hêdîPen name» mest deka
ca ke xoy bê çî beser dê, sed beharî pêweye