bê sinûr

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 1 minutes  566 views
ah û nałey derdedarîme le sînem ser deka
jane hełnaka lewêda, řû le nêw defter deka
dił beła way dewre dawe xoy zimanî nageřê
dê pena bo şî’rî min dênê, xemî pê derdeka
min le des azarî pîrî lew kelawe deçme der
yadî gencî dê le seḧraş quř be małim werdeka
małî xem awa ke çawî lême, ewřo ew nebê
kê leser peřtûk û ceste û bîrî min sêber deka
min dełêm wa başe tefrey to sinûrêkî hebê
bo min ew çîrokî awî jîn û eskender deka
řazî hênd lê aşkira kirdim xeyałim xiste bend
ew le girtûxanekeşda hêşte hawar her deka
ser weber kes nayenê «hêdîPen name», bełam boy hełkewê
çořê awî dîde dênê û ser wepêy řêber deka