nema tirsî zemanî zû îtir daxî dił eřjênim

daxî dił
From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  1148 views
nema tirsî zemanî zû, îtir daxî dił eřjênim
be hêzî me’rîfet emřo supahî cehil eřfênim
be serbestî ewî derdî diłim bû, zahîr enwênim
lemewla xaneqa nařom, be mewla tobe eşkênim
ḧeqî em kurde bêçare, le çawda bestî estênim
diłim zor xoşe emřoke, exwênim bê xem û bê hem
le kûçe û şar û bazařa, le ser her çîmen û her çem
de şerte mil qewî bê xêr! ebê binçîneket der xem
hemû fêł û qumar bazît, ebê yekser beyanî kem
eger sed def’e maçî key quřî jêr kewş û dawênim
zemanêkî firawane, enoşim şerbetî tałî
derûnim piř le eş’ar û le tirsa defterm xałî
şukur êstake kûkûme, be çeşnî kotrî małî
keway pestî û nezanînim diřî û yek def’e dam małî
be lafawî xeyałatim, nemamî îlim eřwênim
xem û derdî zemanî zû, weha çake ke ber ba dem
le sayey ’îlmewe şanêk, le şanî şêxî ’ulya dem
be ser çû dewrî meḧkûmî le bo ḧuřřî teqala dem
le pîrî kon û paşkewtûy wekû xom, lazme ladem
kuřanî pêgeyştûy mektebim emřoke edwênim
de ya şêx sed esef bo to, nema şewqî diłî xoşt
meḧałe taze řamim key be mekir û ḧîleyî boşt
bifame quřbeser, çawit hełêne wa le kwê hoşt?
eger to ehlî dînî! xwênî ’alem bo ekey noşt?
were seyrî diłî min ke, ke çende pak û xawênim
xeyałim waye ta ew řoje emirim ḧuřiř û serbes bim
be řoḧ dujmin be exlaqî řezîl û pyawî nakes bim
desim bibiřn leser nûsîn, leser ḧeq xoşe bêdes bim
le ser em parçe şî’erane, eger gîrawî meḧbes bim
demêke ḧazrî dar û şelax û ezyet û cwênim
le řojêko le dayk bûm, be pakî bûm û xułqawim
bełam çî bikem? be zincîrî esaret bend û xinkawim
weten swênim be kwêstanit, le řûy dinya heta mawim
wekû masî be serbestî, ẍewasî gêj û bin awim
le binkî beḧrî fîkira gewherî entîke derdênim
le her la şorî mecnûne, bizane ḧusnî leylaye
ke çon her kes be umêdî wîsałî yarê řîswaye
diłî min bo tureqqî kurdistane şêt û şeydaye
be destê çepłe lê dem daxekem deng û teqey naye
gelê kes wa ezanin, xew ebînim yan eřawênim
serim germe û be bangî berz ełêm, ey mîlletî huşyar
temaşa ken le ewza’î zemane û çerxî çep kirdar
mełê bawkim weha jyawe, minîş her wa ekem řeftar
filîmî sînema çerxe egořê řojê sêsed car
de çî bikem kes be gwêm naka, ke aẍa nîm û miskênim