kałe

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  800 views
cûtê kałem hebû sałê le çerim
tîskin û tay yek û estûr û germ
sifit û bê ginc û girê û lêk û lebar
şilk û bê menfez û bê heng û nerim
lut qut û panye biłînd û řeng xoş
kewłî şêrê bû le řojî xeterm
lêw be gijnîj û serî pencedar
kuřî guwend û şerîkî çeperim
suk û bê hest û le hatuçoda
xom bewe hestim ekird bextewerim
le çya û řijd û hełet çinguřkî
gîr ekird bê ewe bêłê bilerim
ben le mûy biznî sipî û řeş têkeł
wekû awrîşim ehate nezerim
bew bene girj û dirêje dembest
her le gwêzîngewe! takû kemerim!
ke le pam tundim ekird bo řêge
diřk û dał ḧeddî çi bû bête berim
xełkî ew nawe leber qoçaẍî
herçî eydîm wey’ezanî teterm
derewey tukî wekû mexmer bû
nawekey lus bû wekû pêşe serim
ta ewanim hebû bêzim nedehat
nawî hîç çekme û potînê berim
wextî řêga wekû pêławê le pam
katî xew debwe serînê leserim
řwî nebû çekme lepa bê bolam
ger bihataye be teqye û be şerim
wekû ew kałeye nemdî îtir
ew ḧewt sałe ke min derbederim
şorşî kird legełim xoşim ewîst
nek biłêy min be sirûşt wa leçerim
taşe berdêkî diř û bedfeř û tîj
ewî kun kird û letî kird cigerm
ew ke bew core le destim bowe
řoj be řoj zor ebê derd û keserim
her leber ḧurmetî ew min paş ew
le hemû kałe îtir bê xeberim
şînî ew kałe tewaw nakem qet
sed wek ew name bimênê eserim
hêşte her bîrî ekem yadî bexêr
lêm cya bowe řefîqî seferim