řizgarî

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 3 minutes  1015 views
were ba agirî dił dabmirê
ta key axir ẍemî to dam bigrê?
dił wekû çawî xewałût damaw
jîn wekû kezyeket ałoz û biław
xoşewîstît le diłî dêwane
wek xezînêke lenaw wêrane
des bida dest le jyan hełdegirim
bo bizêkit ke be şadî bimirim
xwênî deřjê kesê lêwit bimjê
seyre min tom nedî xwênim deřjê
ta fîday to nebê jîn yekcarî
to wedes çon ekewî řizgarî?
be kemî megre jyanî be ewîn
de ewîn daye hemû tamî jîn
dîmenit, herdit, hewarget, awit
ew çyay ser le tema şêwawit
pole ask melî aware le çoł
lawî dax birde le des dujminî zoł
kewye befirit le nwałey kwêstan
dar û berdit, hemû cêt, kurdustan
bang eken ême ebê serbest bîn
leş enêjîn, emrîn, derbest nîn
nabezîn, ême jyan wer’egrîn
nasrewîn, ême ebê ser bikewîn
xa’init ba leto řû wergêřê
xoy bedes dujminî to bispêrê
serî şoř ka dijî to têkoşê
bo bijîw xwênî şehîd bifroşê
serî pêdeşt û demî kêw pare
ser le berdan kutê ew petyare
berjewendî nebê, wîjdanî newê
nesrewê řoj û şewê danekewê
çarenûsî to bixate jêr pê
çarenûsêk ke bebê wîş herdê
to bisûtênî, be min pê bikenê
qułke bo naştinî xoy hełbikenê
to bełam her hete dwařojî xoş
zor kuřî dît heye bo to be peroş
kuřî aza ke deber to demrê
řêy hemû fêłê le bîju degrê
lempeřî toye le řojî tałî
hawdemî toye demî xoş ḧałî
têk deda kend û kuło û kospî řêt
caşî řûřeş dekewête ber pêt
gelî to katê etoy dî damaw
çawî serçawe bû, bo to piř aw
xêrî bo lawe bû şeř bo to bû
zêřî bo dujmin û zeřiř bo to bû
řapeřî destî dirêj kird bo çek
kîj le xoy dařnî gware û kirmek
hate naw sengerî xo parastin
kewte ber řêjnî agir û asin
berzî kird perçemî şořş zanî
to be xwên dest bikewî herzanî
wekû tîrê le kewanit derçû
de diłî dujminekanit řaçû
ser newî bû leberit ser bizwên
termî napakî wî řamałî xwên
řojê dê tem le seranit biřewê
tîşkî azadî le dawên bikewê
kuřekan bên û le desta gułî ał
kîjekan têkełî ken bisk û xał
lebin ałay to hemû des bigrîn
pakî sarêj binewe kone birîn
deng berz katewe řołey diłsoz:
nîştiman, cêjnî kuřanit pîroz