min û řeqîb

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  973 views
ewe katî pelamare řeqîb ba bête meydanê
ewî napak û naḧez bû be kurdustanekem kwanê
heta ney’encinim, wirdî nekem, ew şête nazanê
kuřî kurdî be tên û taqete wek şêrî nêw lanê
hemûy le gyan û mał řabirduwe meylî nîştiman nanê
eger sed efserî nazdar û serhengî benêwbange
lecêy ser nêze ger hařey fiřoke û ne’retey tange
lelam hîçe fîşekdanî berî pêm xişłî lacange
ke dîtî taqe kurdêkî be ẍîret dyare le řwange
çeq û ço deygirê û degrî betaw wek řêjnî baranê
lejêr çengim řeha nabê eger sed gyanî hênabê
eger kifnî diřîbê sed keřet, ewcar debê řabê
lecêy kifnî sipî gyanî lenêw gêjawî xwênda bê
leşî bê řuḧ wekû ziryan řinwî befranî hel nabê
debê hełçindirê ew car le şîw û baskî kwêstanê
weha nexşî diłî xemdîwe meylî xakî řengînim
be tofanî cefa danamrê haławî agirînim
leser sefḧey diłim cêgîre bote dîn û ayînim
weten ey nîştimanî xoşim ey mełbendî nesrînim
etoy aramî dił boye bebê to nagrê samanê
de sengerdam û natirsim diłim pir tîn û hêzdare
debê biřwa beber pêma eger swêsin, eger xare
lelam zor xoştire kujranî naw senger le sêdare
be nukî nêzekem cergî řeqîb wek qel leser dare
neşêwawim kuřêk nîm kes biłê bo gel le řuḧ nanê