pîtî «û»

From the Book:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
By:
Ali Sharazouri (1930-1982)
 2 minutes  414 views
wam we beramber yaney yarewe
derdedarî tom le pêrarewe
***
wiřkim lê megre bem nûke nûke
yarêkim girtuwe, xełkî kerkûke!
***
wiłat çołuhoł pepû exwênê
’êlgel barî kird, çołî enwênê
***
we berzîy bałat dînar kirdim ko
derînehêna şîrbayîyekey to!
***
we berzîy bałat gułim kirduwe ko
cejnim lê şêwya dûr le bałay to!
***
we berzîy bałat gułim kirduwe ko
min ḧezim lête, nazanim bo to!
***
we berzîy bałat, we lerzanewe
we şiney bay şemał xoy řazanewe!
***
we bêwejnî min tom bo çîye?
xwa pare bida qatî kiç nîye!
***
we xało xało hat we lamewe
wêney twîlemar day we pamewe
***
wextî mirdinim wesêtim bo xwêş
destî dos bigirin gonay neka řêş
***
were ba biřoyn bo wiłatêkî dûr
yan bo qeredaẍ yan bo şarezûr!
***
were małekem we şewnşînî
çayît bo lênêm ḧêl û darçînî
***
wesêt bê: mirdim řeş bom nepoşî
bom nekey şîwen, xefet nenoşî
***
we şewî tarîk nim nimey baran
fanoz egêřim le şwên nazdaran!
***
we fiday bałat bim gerdin zerdekem
befrî lanzar heres kerdekem
***
we qurwanit bim bała minare
to bo kî ekey em lencewlare?!
***
we qurwanit wim keleke barîk
mirdû yenêto le qewrî tarîk
***
wew ḧewtewane her ḧew zerîfe
her ḧew pasewan qîbley şeyfe
***
wew ḧewtewane her ḧew le ḧewa
her ḧewtim xondige, newgim wemela
***
wew ḧewtewane ha we ḧewawe
ha we beramber małî melawe