pîtî «n»

From the Book:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
By:
Ali Sharazouri (1930-1982)
 2 minutes  523 views
naçê we demta sê denk tirê
lêt mubarek bê se’at û zirê!
***
nałenałê tê lew gořistane
nałey pîr nîye, hînî cwane
***
nameyek hatuwe wem nîweşewe
hînî leylêye le «kanî keweLocation»
bomî narduwe lem wextî xewe
***
naw şaxan xoşe deng edatewe
bang key «fate gyan»! cwab edatewe!
***
nûştey melaye le bał teda
heresî dawe we mał teda!
***
ne pam girê řikaw ne desim cełew
wey min wey minen ce xêł xesrew!
***
ne xwa emkujê, ne bexom emirim
ne bedkar dêłê yarê bigirim
***
ne sał û ne mang ne ḧefte û ne şew
ne sat û aram ne deqîqe û xew
***
ne şertit şerte, ne namet name
peřeyê kaẍez do’a û selame
***
nek le řeşekan, řeşî bê nîşan
kurtanî lê key; bo peyîn kêşan!
nek le sipîyekan, sipîy ber kulên
pişt le mêwanker, têke hełxilên!
nek le sûrekan, sûrî erjengî
karj fiřê eden wek marî cengî!
naskem sewzekan, sewzey yemenî
şan kota û mil berz, şahan pesenî!