nazanim xom çîm!

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  930 views
xetay bexte ke min dêwane karim
egerna, beş be hałim hoşyarim
be qurbanit nebim, ey çerxî ser şêt
de bo yawer nebûy carê be karim?
eger murẍim peř û bałim le kwêye?
eger weḧşîm le kwêye mîrẍuzarim?
eger berdim çilon her şew le layê?
eger darim le kwêye berg û barim?
eger însanim ey çerxî cigersoz
îtir řeḧimit bibê bo ḧałî zarim!
ewa ’umirim le çil dwanî zyade
nebû carê bibîte xemgusarim
ke min mirdim le paş mirdin ełên pêm
esef bo qani’Pen namey şîrîn nigarim