sinûrekem

From the Book:
Paşmergey Qani’
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  713 views
kurdistan beheşt řûy serzemîne
bêşey şêranî xawen nigîne
dar û berdekey çeşnî gewhere
aw û serçawey, ’eynî kewsere
wesfî kurdistan qet tewaw nabê
tûlî nademê, îtir kota bê
bełam sinûrî, bebê zyad û kem
bot beyan ekem, bebê derd û xem
be pêy nûsînî cugrafîyakan
teřefî ẍerbî, bot ekem beyan
le kêwî turûs ta eskenderûn
heta beḧrî řeş, bebê çend û çûn
teřefî şîmal, her le beḧrî řeş
heta ardehan bebê ẍel û ẍeş
le ardehano bo awî aras
eme şîmale, be ’îlmî qyas
teřefî şerqî, le kêwî ełwend
ta golî wirmê, bebê çûn û çend
biçêto aras, gişt řojhełate
eme meşrîqî kurdistanate
le kêwî ełwend ta cebel ḧemrîn
ehwaz û jengar, parçey nesîbîn
eme cinûbe, çakî bizane
naw em sinûre xakî kurdane