şîwenî agirawî

From the Book:
Paşmergey Qani’
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  1090 views
kwa le kwêye ew kesey lafî birayî lê eda?
mîlletî hênaye meydan û bełênî pê eda!?
kwanê ew diłsoze eyut: daşdyarî mîlletim!?
çî beser hat kwa le kwêye!? gîrî dawî meynetim
leşkirî taran wiłatî kurdî kirde gomî xwên
boçî feryadřes nemawe? pêm biłên êsta le kwên!?
sûr kira yekser şeqamî şar be xwênî lawî kurd
bû be şîwenga meyan û mał û řêga û ban û pird
her le ḧewzî şarî bokan ta meyanî çwarçira
darî xinkanin çeqawe û pet le gerdin hełxira
wan be ser sêdarewe mîwane şêrî nirkedar
çende řołey qareman û pêşeway kurdî hejar
çî bû tawanî ewaney wa le sêdare diran!?
ẍeyrî diłsozîy wiłat û dujminîy dagîrkeran
dujminîne! diłnya bin kurd beme natwêtewe
řewřewey bełkû berew pêş mil enê û nakşêtewe
quř be sertan, êwe xawen top û teyyarey şeřn
mîlletî min xawenî te’rîx û bîr û baweřn
gerçî nûkî nêzetan sûre be xwênî lawî min
ba le naw yada bimênê tawekû řîswa ebin
lawî kurdî! hoşyar be; dersêke day em kewtine
şermezarî ken ewey biřway be xendey dujmine
gel be hêzî dest û bazû û fîkirî xoy řizgar ebê
herçî biřway kird be xełkî, karî nahemwar ebê